07 februari 2017

Slogana HDPê ya referandûmê diyar bû: ”Ji bo cumhûrîyeta demokratîk û welatê hevpar/ ortax NA !”



Cumhûriyeta tirkan ev 94 sal in nebû demokratîk, HDP û kurd dikin ji nuha û pê da biguherin û bikin demokratîk…
Xwedê aqilekî bide van kurdan û weselam…
Xwestina ”Cumhûriyeta demokratîk û welatê ortax/hevpar (ortak vatan)” tê maneya heta nuha çawa bû, dibê ji nuha û pê da jî wer dom bike.
Yanî em bindestiya tirkan, koletiya ji wan ra li ser serê xwe qebûl dikin. Bi gotinê be jî, bi fikir be jî li dij dernakevin.
Yanî tirk çi zulmê li me bikin emê dîsa jî bibêjin em dixwazin di bin destê we da bimînin û em tu welat melatên cihê naxwazin.
Hûn tirk bavên me, mezinên me ne, hûn çi bikin jî em ji we naxeyidin û ji we veneqetin…
Em daxwazeke wiha nakin û fikrekî wiha naparêzin…
Tiştê em ji we dixwazin tenê zêde li me nexin, me zêde nekujin, me bi hezaran nexin zindanan. Hêdî hêdî bikin, piçekî bi rahm û merhamet bin.
Maneya slogana “cumhûriyeta demokratîk û ortax weten” ev e, qebûlkirina xulamtiya tirkan e.
Ancax merivekî ruhkole piştî hewqas zulm û bedelekî hewqasî giran sloganeke wiha rezîl bilind bike...
Meriv bibêje “NA” jî, meriv  nabêje em ji bo “cumhuriyet demokratîk”  û ji bo “wetenê ortax” dibêjin.
Hemû partiyên tirk, ji sedî 99, 9ê miletê tirk li dijî me ne, PKKê û HDPê terorîst dibînin, lê yên dîsa jî ji bo gelê xwe tiştekî naxwazin, dixwazin qûna dewleta tirk rast bikin, Tirkiyê bikin weletekî demokratîk.
De ser xêrê be, li selexanê mihî bi nigê xwe, bizin bi nigê xwe ve bi darde dibe, kî çi rast dibîne, kî çi layiqî xwe dibîne ewê wê bike…


Em çi bibêjin jî pere nake, dibê kurd êdî vê siyasetê qebûl nekin û dev ji HDPê berdin, raya nedin partiyên Tirkiyê û Tirkiyeyî. Rayên xwe bidin partiyên Kurdistanî...
Û referandûmê jî dibê meriv BOYKOT bike...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE