09 mars 2017

Berî her zimanî gerek meriv zimanê xwe bizanibe

Wek kurdekî gava tu bi zimanê xwe, bi kurdî nizanibî, tu bi hezar û yek zimanî bizanibî jî weleh vala ye.
Li ba min bi qasî filisekî jî qîmeta wê zanîna te tuneye..
Gerek meriv zimanê xwe berî yê xelkê, tarîxa xwe berî ya xelkê zanibe û welatê xwe jî berî yê xelkê nas bike.
Gelekên me navê kalikên xwe nizanin, tarîxa gundê xwe nizanin lê secera hin mezinên ereban, tirkan, rûsan û almanan ji ber zanin, Tirkiyê qulik bi qulik zanin…
Çimkî em kurd miletekî korfahm in, dijmin em nezan hîştine…

XXX
Min bîstik berê hinekî li Erdogan guhdarî kir. Min dît pir ditirse, ji tirsê xwe cesûr nîşan dide.
Lê ne were ye, ji tirsê qutufî ye. Dereke pê da here, dereke xwe lê veşêre tuneye. Lema jî dixwaze bi qanûna esasî ya nuh xwe bigre garantiyê.
Kesî baş fêm nekiriye, esas sebebê çêkirina destûra nuh parastina ruhê Erdogan e.
Dixwaze heta mirinê bi qanûnekê, bi meqamekî ruhê xwe biprêze, ji bo kes nikanibe tiştekî pê bike.
Çimkî sûcên pir mezin kirine, diziyên pir mezin kirine. Ew jî zane roja ji ser hukim da bikeve ewê bi çanqalan ve wî bi darde kin...
Xwedê tu kesî nexe halê wî...
Hemû dîktator ji dawiya xwe pir ditirsin, lema jî dijminê demokrasiyê ne....

XXX


Dudilî, tirs ji bo serketinê tu carî ji meriv ra nabe alîkar, belovacî wê tim dibe sebebê serneketin û têkçûna meriv.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE