06 mars 2017

Di referandûmê da ”na” jî bi ser keve Erdogan kane eynî tiştan bike



Di Rûpela Nû da Mesûd Başturk li ser îhtîmalên piştî referandmû kanin rû bidin fikrê xwe gotiye, hin texmînên xwe li dû hev rêz kirine.
Li gorî texmîn ya jî baweriya Mesûd Başturk, heger di referandûmê da ”Erê” derkeve li Tirkiyê, lê bi taybetî jî ji bo kurdan ewê tiştên pir xerab bibin. Erdogan ewê dinyayê li kurdan bike cehnime.
Başturk dibêje kurd li ser ”Erê”, ”Na” û Boykotê” ketine gewriya hev, lê belê li ser netîceyên piştî referandûmê napeyivin, nabêjin heger di referandûmê da ”erê” derkeve ewê çi bibe û ”na” derkeve ewê çi bibbe ?
Ya jî bi ”boykotê” kurd ewê çi bi dest xin, ewê çi kara ”boykotê”  bigihîje kurdan?

Li gorî Başturk, heger di referandûmê da ”erê” derkeve ewê gelek tiştên xerab bibin û ji vê jî herî zêde kurd ewê zirarê bibînin.
 Başturk, ev tiştên ewê bibin jî wiha rêz kirine:
Li Kurdistanê yasaxa derketina derve ewê dom bike. Rewşa Awarta ewê were dirêjkirin.
Ewê cezayên giran bidin serokên belediyan û parlamenterên kurd.
Li Kurdistanê belediya nekeve destê qeyûman ewê nemîne.
Yanî hukûmet ewê hemû belediyan ji kurdn bistîne.
Ewê karkirên HDPê yên di belediyan da ji kar derxin û yên AKPê têxin dewsa wan.
Hemû kes û partiyên ji bo Kurdistanê serxwebûnê û federasyonê dixwazin ewê bibin hedefên dewletê.
Ewê dest deynin ser mal û milkên zengîn û bazirganên kurd.
Ji bo ku partiyên kurd nikanibin têkevin hilbjartinan ewê qanûnên nuh derxin.
Ewê nehêlin partî di hilbijartinan da namzedên serbixwe jî nîşan bidin.
Ji bo ku li Kurdistanê îslama siyasî bi pêş keve ewê her tiştî bikin.
Ji bo ku Huda-Par û Hizbullah li Kurdistanê xurt bibin ewê her alîkariyê bi wan ra bikin.
Ewê êrîşê bibin ser Qendîlê.
Heger Emerîka û Rûsya îtîraz neke Tirkiye ewê têkeve Rojava.
Yanî Kurdistana rojava îşxal bike.
Tu dibêjî qey neuha îşxal nekiriye.
Ji bo ku HDP di hilbijartinan da di binê barajê da bimîne ewê her hîleyê bikin.
Ji bo kurdan şertên xebat û micadela demokratîk ewê nehêlin.
Di struktura siyasî ya Tirkiyê da jî ewê guhertinên mezin çê bibin.
Erdogan ewê bibe serokê AKPê.
Di hilbijartina pêşî da ewê bibe serokkomar.
Kadirên MHPê ewê di brokrasiya dewletê da, di derên muhîm da werin bicîkirin...
Artêş, polîs, brokrasî, mahkime, medya, unîversîte, mizgeft, milîsên siwîl hemû ewê têkevin bin kontrola Erdogan.
Di mekteban da, di medyaya sosyal da îslama siyasî ewê were xurtkirin.
Dibistanên destpêkê û lîseyan ewê bişibînin îmamxetîban.
Yanî di mekteban da ewê giraniyê bidin perwerde û îdeolojiya dînî.
Fena ku nuha tiştekî wiha tunebe û perwerdeyeke layiq hebe.
Ewê çavê her kesî bitirsînin, her kesî mecbûrî îtîatê bikin.
Jiyan li kesên laîk ewê bibe zindan.
Kesên halxweş ewê birevin derve.
Bêyî turkên sûnî ewê mafê jiyanê nedin kesî.
Hukûmet ewê ji Yekîtiya Ewrûpayê were dûrxistin.
Tirkiye ewê ji NATOyê wer derxistin.
Xwezî tiştekî wiha bibûya. Derxistina Tirkiyê ji NATOyê ji bo kurdan loto ye, ne tiştekî xerab e. Lê wa ye Mesûd Başturk viya baş nabîne, wek zirareke mezin dibîne.
Erdogan ewê bi çavê serokê musilmanên sûnî li xwe binêre.
Herêm ewê bibe merkeza hin tevliheviyên nuh.
Daîş û hêzên caîhatçî ewê xurt bibin.
Ji bo ku hemû van tiştên xeram yên min li jor rêz kirin piştî referandûma 16ê nîsanê nebin, Başturk gotiye ewê di referandûmê da raya  ”na” bide û dibê her kurd jî wek wî bibêjin ”na”!

Tiştên, tahlûkeyên Mesûd Başturk rêzkirin hemû jî rast in, hemû jî piştî serketina ”erê” kanin bibin. 
Yanî heger ji referandûmê ”ERÊ”  derkeve Erdogan kane hemûyan jî têxe praktîkê.
Ev rast e.
Lê ”NA” bi ser keve jî Erdogan kane eynî tiştan bike…
Çima ewê neke?
Çima ewê nikanibe bike?
Kî kane wî bide sekinandin?
Kîjan qanûn kane nehêle Erdogan û hukûmeta AKPê rewşa awarte dirêj neke, însanan negre, partiyan negre, dest nede malên xelkê, însanan ji kar nedrnexe, bajaran wêran neke?
Mesûd Başturk bersîva vê nedaye.
Lê ne hewceye meriv li bende referandûbê û qezenckirina ”erê”  be jî.
Ma Erdgogan nuha eynî tiştan nake?
Ma 13 bajarên kurdan bi vê qanûna bingehîn(makezagonê)wêran nekirin?
Ma bi sedan keç û xortên kurd di zêrzemiyan da înfaz nekirin?
Ma 13 parlamenterên HDPê, 80 serokên belediyan û bi hezaran siyasetmedrên kurd nuha ne di zindanê da ne?
Ma nuha qeyûm nedane ser 80-90 belediyên kurdan?
Ma bi hezaran kurd û tirk ji kar navêtin?
Ma dest nedane ser mal û milkên bi hezaran kesî?
Ma bi hezaran kes nereviyane dervayî Tirkiyê?
Ma nuha sîstema serokatiyê heye?
Ma qanûna bingehîn hatiye guhertin?
Ma Erdogan ev tişt hemû ji ber sîstema serokatiyê kir?
Yanî tahlûkeyên heger di referandûmê ” da erê” derkeve ewê bibin, hemû nuha dibin û ”NA” derkeve jî kane bibin.
Yanî   her tiştê Mesûd Başturk, wek tahlûkeyeke  piştî serketina  ”erê” rêzkirine, hemû jî him îro dibin û him jî  di referandûmê da  ”NA” derkeve jî dîsa kanin bikin.
Ev girêdayî Erdogan û daxwaza wî ye.
Heger bixwaze kane wan xalên jor hemûyan jî têxe praktîkê û ji xwe nuha jî tiştê dike ne kêmî wan e.
Destûra berê, qanûnên heyî yek jî nikanin van tiştan bi Erdogan nedin kirin, rê li ber dîktatoriya wî bigrin.
Lema jî Erdogan qezenc bike jî, qezenc neke jî ji bo kurdan ferq nake. Çimkî di her du halan da jî dîsa berdewamiya îktîdara Erdogan e.
Û heta kurd li welatê xwe nebin xwedî statuyeke siyasî, sîstem çi be jî ji kurdan ferq nake…
Çimkî makezagona(qanûna bingehîn)kevn jî û ya nuh jî kurdan nas nake, herdu jî li dijî kurdan in.
Ji ber ku herdu  qanûn jî ji bo kurdan wek hev in, lema jî dibê kurd bi ”BOYKOT”ê nîşan bidin ew yekê jî qebûl nakin, ew destûra kevn jî û ya nuh jî red dikin.


Viya jî ne bi ”erê” û ”na” yê, ancax kanin bi ”BOKOT”ê bikin.
Gava li Kurdistanê hejmerek zêde kurd neçin ser sandoqan ewê xuya bibe ku kurd li dijî sîstemê ne, azadiya xwe dixwazin.
Di herdu alternatîfên din da (erê ya jî na)ev îtîraza kurdan diyar nabe, bi piştgiriya ”na”, kurd makezagona berê diparêzin û bi ”erê” jî ya nuh.
Lê bi ”boykotê” kurd herdu alternatîfan jî red dikin.
Bi raya "na", meriv piştgiriyê dide CHPê û HDPa Tirkiyecî û "cumhûrîyeta demokratîk û welatê mişterek. Gerek em di nava kurdan da vê dîtinê jî bi Boykotê mahkûm bikin. Gava ji sedî 20-30 kurdan neçe ser sindoqê serketineke mezin e.
Û wezîfa me jî ew e ku em muxalefeta li dijî dewleta tirk û fikrê "cumhûriyeta demokratîk û welatê miştereke" zêde bikin, ne ku li dijî hêzeke tirk piştgiriyê bidin yeka din. Dawiya vî îşî nayê. Dibê em kurd bibin aliyê kurd û Kurdistanê
Herdu destûr jî, herdu alî jî me înkar dikin û mafekî nadin me.
Ji bo çi emê di nabêna wan da tercîhekê bikin?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE