10 mars 2017

Kurdên îslamî ji rûvî jî konetir in

Kurdên zilamên Erdogan û AKPê pir kone ne, ji rûvî jî fêlbaztir û koneteir in, di her fersendê da êrîşî kemalîstan û sîstema kemalîst dikin.
Bi vî hawî him hevalbendiya xwe ya bi dewletê ra vedişêrin û him jî
xwe wek welatparêz nîşan didin.
Yekî nizanibe ewê bibêje belkî Erdogan û rejîma wî li dijî Ataturk û îdeolojiya kemalîst e.
Erdogan jî bi qasî Bahçelî kemalîst e.
Rejîma kemalîst ji bo kurdan çi be, ya îslamçstan jî ew e.
Ma hebûna kurdan nuha hatiye qebûlkirin?
Heger hatiye qebûlkirin, di kîjan qanûnê da?
Heger îktîdara AKPê ne kemalîst e û hebûna kurdan qebûl dike, ka mafê kurdan?
Mileteke hebe dibê mafê wî jî hebe.
Ka li Tirkiyê çi mafê me yê qanûnî heye?

XXX


Bûka malê çû mala bavê xwe zeyî. Bavê jê pirsî, got:
-Keça min, li gund çi heye, çi tuneye?
Keçikê got:
-Bavo, weleh tiştekî xerîb tuneye. Tiştê xerîb, zavê te Biro bû muxtarê gundê me.
Bavê bûkê ji dêlî bi xebera muxtariya zavê xwe kêfxweş bibe, li çonga xwe xist û got:
-Wey li min, wey li min! Heger Biro jî bûbe muxtar, wê demê li gund kesê sax nemaye…
Gelek Biro û heta yên ji Biro jî xerabtir bûne pêşeng, rêber û serokên kurdan û bi qedera kurdan dilîzin.
Lê ya xerab kes li çonga xwe jî naxe, nabêje
wey li minê, wey li minê
me çi kir,
me ariya heft gundan li serê xwe kir….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE