22 mars 2017

Wiha dom bike tirk ewê hiş berdin

Dîplomatên ewrûpî û emerîkayê êdî bi şal û şapikên kurdî bi kurdan ra Newrozê pîroz dikin…
Bi Xwedê malik li tirkan viritî, nuha Erdogan û Bahçelî bi hev ra di şînê da ne û porê xwe dirûçikîn.
Rebenan ji qahra kurdan hewqasî xwe kurr û kem kirine, porê birûçikînin jî bi serê wan ve nemaye...
Tiştê ez texmîn dikim di van rojan da halê "birayên" me yên tirk ji halê helawçiyan jî xerabtir e, psîkolojiya wan laçqe bûye, lema jî kanin zirarê bidin der û dora xwe...
Dibê kurd û cîran mîran û helbet ewrûpî li xwe miqate bin...
Yê Emerîkayê jî di nav da, dîplomat û konsulên 20 welatan li Hewlêrê beşdarî şahiya Newrozê bûne û bi kurdan ra Newroz pîroz kirine.
Le Efrînê leşkerên rûs û li Kobanê û Cerablûsê jî leşkerên emerîkî bi gerîlayên YPGê ra risman dikşînin....
Li Hewlêrê jî dîplomatên emerîkî û ewrûpî bi şal û şapik bi kurdan ra Newrozê pîroz dikin!
Li Emerîkayê li Qesra Spî Donald Trump bi heyeta kurd ra sohbeteke ji can û dil dike.
Û dibêjin de bira tirk neqeherin û neteqin!
Yaho ji Xwedê bitirsin, ma çawa tirk ewê har û dîn nebin û dev li kevir û daran nekin ?
Hema ez jî tirk bim ezê jî ji qehra bibêjim "PEQ" û biteqim...


Bunya ”birayên”  me yên tirk hewqas tazîq û tahrîk raneke…
Helbet Erdogan ewê Ewrûpayê tehdît bike…
Konsulê Emerîkayê yê nuh Ken Gross jî  îsal li Hewlêrê bi kurdan ra Neroz pîroz kiriye.
Lê belê dîplomat ne tenê beşdarî şahaiya Newrozê bûne, di ser da şal û şapikên kurdî jî bera ser bejn û bala xwe dane û risim kişandine.
Hêvî dikim tim wiha dom bike, Xwedê vê tifaqa emerîkiyan û ewrûpiyan û kurdan tu carî xera neke înşelah...
Xwedê bi xêrê bigerîne.
Lê yê kincên kurdî li xwe kin êdî zû bi zû ji kurdan naqetin.
Bi Xwedê halê tirkan ne tu hal e, nuha Erdogan, Bahçelî, Yildirim û Çavuşoglu bi hev ra di şînê da ne û porê xwe dirûçikîn.
Wa ye ji cepheya Rûsyayê jî xeberên ne xweş tên.
Dibêjin Rûsyayê hîn ambargoya li ser gelek malên Tirkiyê, wek firingî, xiyar, goşt, mirîşk, mewîj û sêvan ranekiye…
Yanî cepheya Tirkiye li hember şer bike roj bi roj firehtir dibe. Emerîka, Ewrûpa, Îran, Îraq, Sûriye, Yûnanîstan ne bes bû, wa ye Rûsya jî lê zêde dibe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE