01 april 2017

Anqerê got ew li dijî referandûmê û serxwebûna kurdan e



Berdevkê serokomarê Tirkiyê Îbrahim Kalin got Tirkiye li dijî referandûma ji bo serxwebûnê ye.
Di civîna çapemeniyê da li ser pirsekê li ser referandûma Kurdistana başûr Îbrahîm Kalin got;
”Em meselê bi îdareya kurd ra dipeyivin. Em wisa difikirin ev gaveke xelet e. Li gorî me ne rast e ev mijar were rojevê. Perçebûna Iraqê ewê belavî herêmên din jî bibe û berdêla vê yekê jî her kes ewê bide…”
Ev gotnên Kalin tê maneye Tirkiye li dijî referandûma ji bo serxwebûnê ye.
Tirkiye li dijî serxwebûna kurda ye.
Û heger kurd guh nedin Tirkiyê û herin referandûmê û dû ra jî serxwebûna xwe îlan bikin, ewê bedelekî vê bidin.
Yanî Tirkiye ewê hesabê vê yekê ji kuran bipirse….
Tirk mar in, bawerî bi mar nayê.
Mar xayin e.
Tirkê li Kurdistana bakur 13 bajarên kurdan wêran kirin û perwerdeya zimanê kurdî qebûl nakin, ne mimkûn e bibin dost û dilxwazê kurdên başûr.
Dibê kurd viya bizanin û neyên lîstika tirkan…
Rih dibe bihost dijmin nabe dost…

XXX


Qeyûmê belediya Diyarbekrê (zilamê hukûmetê kiriye reîsê belediyê), nivîsên(abîdeya, reliefên )li ser merwaniyan yên li Parka Merwaniyan xera kiriye.
Bi xêra alîkariya dewleta Merwanî Alparslanê wan li Melazgirê zora bîzansan bir û piştî vê serketinê selçûqî li herêmê bi cî bûn.
Lê tirk îro nahêlin li Diyarbekrê parqeke, abîdeyeke, nîşaneke li ser Merwaniyan jî hebe.
Nahêlin kurd navê Merwaniyan bidin Parqekê jî…
Erdogan û serokwezîr Yildirim sibe diçin Diyarbekrê, diyar e qeyûm ev abîde ji bo xatirê Erdogan xera kir.
Sibe dîsa jî bi sedan kurdên bêxîret, kurdên ruhkole, kurdên xwefiroş û cahş ewê bi Erdogan û Yildirim ra herin Diyarbekrê, li pişt wan têkevn hazirolê û ji axaftinên Erdogan û Yildirm ra li çepikan xin.
Yê bibe hevalê dijmin şerm jî pê ra namîne….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE