04 april 2017

Em miletekî bêşans in, neyarên me pir in

Telewîzyona Swêd kanala 2a îşev kurdên başûr baş zalim û zorba nîşan da
Telewîzyona Swêd kanala 2a saet di 20.00 da li ser asûriyên Kurdistana başûr programeke heta hûn bixwazin li dijî kurdan nîşan da.
Li gorî îdîa rojnamevanê swêdî Claes J.B. Löfgren kurd bi darê zorê dest didin ser gund, mal û milkên asûrî-suryaniyan û zulmê li wan dikin.
Ev rojnamevanê swêdî(Claes J.B. Löfgren) di her fersendê da kurdan reş dike. Bi dîtina min Löfgren merivê Tirkiyê ye.
Kurd, bi destê Mesûd Barzanî û merivên wî asûriyan ji gundên wan derdixin û dû ra dest didin ser erdên wan.
Di demeke wiha krîtîk da reşkirina kurdan bi vî rengî ne tesaduf e.
Rojnamevanekî tirk yê faşîst jî ancax programeke hewqasî antî kurd çêkira.
Ez dibêjim tiliya Tirkiyê, konsulê tirk yê Stockholmê miheheqeq di çêkrina vê programê da heye.
Li Swêdê çend asûrî-suryaniyên merivên tirkyê hene, hal û karê wan neyartiya kurda ye.
Serkêşiya wan jî Nurî Kino û hinekên wek wî dikin. Di vê programê da jî tiliya wî û Tirkiyê heye.
Ya din Claes J.B. Löfgren jî merivê Tirkiyê xuya ye, hemû programên wî yên li ser Tirkiyê û kurdan da tim neyartiya kurdan dike, tim kêmasiyekê, qulpekê ji bo rexnekirina kurdan dibîne.

Dibê kurd li hemberî vê programê bêdeng nemînin, meiheqeq rexne bikin, protesto bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE