04 april 2017

Encumena Kerkûkê biryara referandûmê girt Tirkiye har bû…


Encûmena Parêzgeha(wîlayeta) Kerkûkê ji bo Kerkûk bi Kurdistanê ve were girêdan ya na, biryara referandûmê da.
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê îro ji bo dengdana li ser referandûmê civiya û bi piraniya dengan biryra çêkirina referandûmê hat girtin.
Referandûm ewê li ser Kerkûk bi Kurdistanê ve were girêdan ya na were çêkirin...
Qismekî ereb û tirkmenan li dijî çêkirian referandûmênê, ew dixwazin bajar ya li ser Îraqê be ya jî bibbe xwedî statuyeke taybet.
Yanî derdê wan dibê Kerkûk bi Kurdistanê ve neyê girêdan. Di vê da jî tiliya Tirkiyê heye. Tirkiye tirkmenan li hemberî kurdan pîj dike.
Piştî biryara meclîsê, serokê Encumena Wîlayeta Kerkûkê Rêbwar Talabanî civîneke çapameniyê çêkir û got:
”Ji bo ku Kerkûk ji statuya herêmên bi minaqaşe derkeve û qedera xwe tayin bike me wek meclîsa wîlayetê biryar girt. Emê daxwaza xwe ya referandûmê pêşkêşî hukûmeta merkezî ya Îraqê bikin. Êdî taqeta payina gelê Kerkûkê nema.
Rêbwar Talabanî got ne kurd tenê, ” hemû tirkmen û erebên bajêr yên resen ew jî piştgiriyê didin biryara Encumena Kerkûkê.”
Wek tê zanîn, Encûmena Wîlayeta Kekrûkê roja 28ê adarê jî biryar da li ser hemû sazî û dezgehên parêzgehê ala Kuridstanê were bilindkirin.
Him vê biryarê û him jî biryara referandûmê bû sebebê Tirkiye eşkere û bi dizî kurdan tehdît bike.
Tirkiye vikerî mudaxeleyî karê Îraqê yê hundur dike û ji kurdan ra dibêje hûn nikanin ala Kurdistanê li Kerkûkê hildin û hin nikanin ji bo pêşeroja Kerkûkê û serxwebûna Kurdistanê referandûmfê bikin.
Di netîceya van bûyerên dawî da maskeya Tirkiyê ya ”dostiya” bi kurdên başûr ra ket û neyartiya wan îfşa bû.
Tirkan tim bi derewan xwe wek ”xêrxwaz û dostên” Barzanî kurdên başûr nîşan dida. Û hin kurd jî bi vê durûtiya hukûmeta AKPê dixapiyan û Tirkiye wek dostên xwe dihesibandin.
Lê vaye careke din derket ortê ji bo kurdan dijminê herî xedar û herî tahlûke Tirkiye ye. Di rojên pêş da Tirkiye ewê bêtir êrîşî Barzanî û kurdên başûr bike. Ji Tirkiyê partî, şex ne muhîm e, ew dijminên miletê kurd in, dijminên Kurdistanê ne û aazadî û serxwebûna Kurdistanê ne.
Êdî daweiya xapandinê û derewan hat, ji nuha û pê da tirk ewê qîlên xwe baş nîşanî kurdên başûr bidin…

XXX
Kerkûk tarîxî, coxrafî û sosyolojîk û etnîkî bajarekî kurda û Kurdistanê ye. Ev rastiyeke tarîxî ye, tu hêz, tu dewlet, tu bêbextî û derew nikane vê rastiya tarîxî û sosyolojîk belovacî bike û Kerkûkê bike bajarê welatekî din û miletekî din.
Kerkûk Kurdistan e,
Kurdistan welatê kurda ye,
Kes nikane bibêje ne wiha ye.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE