08 april 2017

Erdogan bûye Hurmuza Heftmêrî


Hurmuza Heftmêrî(Yedi Kocali Hurmuz) di mîzaha tirkî da pir meşhûr e, lîstikeke pêkenînî ya gelkî bi nav û deng e. Nivîskarê wê Sadik Şendîl e. Dû ra bû fîlmê sînemayê.
Di fîlm da Hurmuza Heftmêrî di dawiya sedsala 19a da li Stenbolê li taxa Taşkasap dijî.
Hurmuz xanim jinke bî ye, pir xweşik e, bi şeş mêrên cihê ra zewicî ye.
Haya her şeş mêrên wê jî ji hev tuneye.
Hurmuz rojê mêrekî xwe digre mal û pê kêfa xwe diqewitîne.
Mêrên wê jî her cara diçin mal, Hurmuzê di nava pera û diyariyan da wenda dikin.
Kêfkêfa Hurmuzê ye. Ji ber ku mêr pir in, pere û diyarî jî ji hev naqetin…
Lê her şeş mêr jî têra Hurmuzê nakin, rojekê dilê wê dikeve mêrê heftan jî...
Piştî gelek bûyer û tevlihevî Hurmuz digihîje miradê xwe û bi mêrê xwe yê heftan ra jî dizewice.
Lê belê  îdarekirin û memnûnkirina heft mêrên ji hev bê hay ne karekî hêsa ye, di çûn û hatinên wan da Hurmuz xanim zahmetiyê dikşîne, problem derdikevin.
Ji bo ku mêrên wê rastî hev neyên û di nabêna wan da şer dernekeve Hurmuz hezar dek û dolabên nemayî digerîne.
Lê rojekê dawiya derewan tê û her heft mêrên Hurmuzê li mala wê rastî hev tên û mesele derdikeve ortê…
Erdogan efendî jî eynî bûye wek Hurmuza Heftmêrî, dixwaze Pûtîn, Rouhani, Trump, Merkel û Hollande bi hev ra îdare bike.
Berê bi Obama ra bû, dû ra da naziyan û çû xwe avêt himêza Pûtîn.
Lê diyar e ji kirin û eşqa Pûtîn memnûn nema, îcar bi Trump ra çavan qurç dike…
Piştî êrîşa Emerîka bi fuzeyan ya ser Sûriyê, Erdogan dest bi pesnê Trump kir.
Ev jî tê maneya ewê dev ji hezkirî û dildarê xwe Pûtîn berde û îcar bi boxeyekî wek Trump ra hol be û dest bi macareyeke nuh bike…
Hurmuza Heftmêrî jineke dîlbaz e, her tişt jê tê…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE