06 april 2017

Erdogan îro jî Ewrûpa tehdît kir

Erdogan îro jî hemû Ewrûpa tehdît kir, got Ewrûpê bûye merkeza nazîzmê ye û ji ber dijminatiya bi Tirkiyê û AKPê ra Ewrûpa ewê bedelekî pir giran bide.
Erdogan:
”Holandayê wezîra me ya karên sosyal mahkûmî hundurê erebeyekê kirin. Nehîştin here seferatxaneya erdê me ye. Ewrûpa qediyaye. Lê belê ewê bedelê pir giran bidin….
Îro di çavê bi milyaran însanî da Ewrûpa ne merkeza demokrasiyê, mafên însanî û azadiyan e, merkeza tahdê, şîdetê û nazîzmê ye. !
Bi baweriya min Erdgoan blof nake, di bin destê Tirkiyê da bi hezaran çete û qatilên îslamî hene, bi yek emrê Erdogan kanin Ewrûpayê serobinî hev bikin..
Erdogan berê jî carê gotibû li bajarên Ewerûpayê kesê nikanibe li kuçe û kolanan serbest û azad bigre.
Ji xwe qatil û faşîstên îslamî li Ewrûpayê, li her welatî şax berdane, di nava partiyên çep, partiyên keskan û femenîstan da pir xurt in.
Li her welatekî Ewrûpa bi sedan komele û mizgeftên wan hene û hemû jî selafî ne û girêdayî MITa tirk in, hemû meleyên mizgeftên wan merivên AKPê ne, ji Tirkiyê meaş digrin û bi piranî ajanên MITê ne.
Yanî Erdogan bixwaze bi rastî kane dinyayê li ewrûpiyan bike zindan. Yanî vala napeyive, blof nake…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE