04 april 2017

Erdogan Kurdistana başûr bi îşxalê tehdît dike


Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro gotiye heger kurd ala xwe li Kerkûkê danexin û ji bo serxwebûnê herin referandûmê ewê bedelekî pir giran bidin.
Maneya van gotinên Erdogan îşxala Kurdistana başûr e. Camêr dibêje heger hûn li Kerkûkê ala xwe danexin emê êrîşî we bikin.
Erdogan gotiye ji xwe gelek binke(bas) û leşkerên wan jî li wir hene û xebtên xwe didomînin…
Ji sala 1994a û vir da ye li Kurdistanê li 9-10 ciyên cuda bi hezaran leşkerên tirk hene û kurdan ew ji welatê xwe dernexistin, ji bo derxistinê zor nedan Tirkiyê.
Nuha jî Erdogan bi wan leşkerên xwe kurdan tehdît dike.
Yên min taqîp dikin zanin, min di vî quncikê xwe da min her roj  gotiye tirk mar in û him jî marê herî bi jahrî ne.
Erdogan dijminekî pir tahlûke ye, dibê meriv tu carî baweriyê pê neyne û tim şiyar û bi tedbîr be.
Mar her tim kane bi meriv vede. Dibê meriv mar û dûpişkê nexe paxila xwe. Lê çi heyf kurdên başûr, Barzanî muhebeta xwe ya bi Erdogan ra zêde pêş da birin
Netîce wa ye îro maskeya Erdogan ket, jahriya xwe rijand û derket ortê bê merivekî çiqasî neyarê kurda ye.
Min tim gotiye, Erdogan, Tirkiye, dewleta tirk bi qasî neyarê PKKê û PYDê ye hewqasî jî neyarê PDKê ye.
Bi qasî neyarê Ocalan û Salih Muslim e, hewqasî jî neyarê Mesûd Barzanî û Talabanî ye.
Heger ji destê Erdogan were ewê îro êrîşî Kurdistan Federe bike û desthilata kurdan ji ortê rake.

Gotinên Erdogan yên li ser Kurdistana başûr:
”Xwedêgiravî ewê li Sûriyê cî lime teng bikirana.
Derketin tiştekî din ê nuh gotin. Xwedêgiravî ewê li Sûriyê cî li me teng bikirana. Me bi Mertalê Ferêt ev xera kir. Em di nava haziriya hereketeke din da ne. Li Îraqê hin dolabên nuh tên gerandin. Îro ev cara pêşî ye ez ji Kerkûkê ra dibêjim. Li Kerkûkê bêyî ala netewî(ya Îraqê)hildana aleke din ji kok da şaş dibînim. Xwediyên wê alê yên li wir dibê baş bizanibin ew cudakariyê dikin. Ez ban hukûmeta kurd ya herêmî dikim. Ji vê şaşiya xwe zû vegerin. Hukûmeta merkezî ya Îraqê got ev şaş e. Em jî li vir bala wan dikşînin. Çimkî em wek Tirkiye sefseteya(argumentên sexte) Kerkûk ya kurda ye qebûl nakin. Kerkûk ya tirk, ereb û kurd ya hemûyan e. Nekevin nava îdîeya ya me tenê ye, ewê bedelê wê pir buha be. Hûnê têkiliyên xwe bi Tirkiyê ra xera bikin. Wan alên xwe tavil daxin, bi ala Iraqê ya netewî rêya xwe dom bikin. Ya na hûnê mecbûr bibin gavê paş da bavêjin.
Qonaxa(etab) yekem ya Hereketa Mertalê Ferêt qediya. Ev xerîta rêyekê ye. Qonaxên(etabên) duyem û sêyem jî, hîn nav lê nehatine kirin, lê ewê çê bibin. Ne çarçeweya Sûriyê tenê ye, qismê vê yê Îraqê jî heye. Li Telaferê, li Mûsilê  hemnîjadên me hene. Li wir binkeyên(basên) me hene, leşkerên me xebatên xwe didomînin.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE