17 april 2017

Ev netîce ji bo kurdan baştir e



Li gorî netîceya dawî ya referandûmê ”Erê” bi rêjeya ji %51.30î li pêş e. Rêjeya ”Na” jî ji %48.70 ye. Di saetên pêş da çend nuxte kane kêm û zêde bibe.
Lê netîce meriv kane bibêje ”Erê” ji %51 û ”Na” jî ji % 49 e. Di nabênê da tenê prosentek heye.
HDP û CHP dibêjin di dengdanê da sextekarî hatiye kirin, li dora 1,5,- 2, 5 milyon rayên bêmohr hatine bikaranîn.
Heyete Bilind ya Hilbijartinê bikaranîna rayên bêmohr înkar nake lê îdîayên sextekariyê red dike, dibêje ferq nake.
Bi bawriya min îdîeyên sextekarîyê sedîsed rast in, hukûmetê bi kêmanî 3-4 prosent di lehê xwe da sextekarî kir.
Lê bi gilî milî kes nikane tu netîceyê biguhere. Erdogan îktîdarê nade kesî, bi rehetî, bi hilbijartana kes nikane îktîdarê ji Erdogan bigre.
Lê ev serketina Erdogan wek Zafera Pîrsûs e, zirara wê ji kara wê pir bêtir e.
Bi dîtina min ev netîce ji bo kurdan ji bo dema dirêj ji biserketina ”Na” yê baştir e.
Ev netîce ewê bêîstîkrariya dewleta tirk kûrtir bike, şer û teşxeleya nabêna îslamîst, faşîst û laîqên tirk û kemalîstan ewê gurrtir bike. Ev jî di lehê kurdan da ye.
Piştî vê netîceyê li Tirkiyê her tişt ewê xerabtir bibe, ekonomî ewê serobinî hev bibe.
Tirkiye li derve ewê pir îzole bibe.
Têkiliyên Tirkiyê û Yekîtiya Ewrûpayê bi îhtîmaleke mezin ewê qut bibin, endametiya Tirkiyê ewê were cemidandin.
Têkiliya Tirkiyê bi Emerîka ra jî ewê xerabtir bibe.
Bi kurtî him li der û him jî li hundur Tirkiye ewê têkeve nava kaoseke mezin.
Ev yek ewê Erdogan bêtir har bike û netîceya vê jî têkçûna wî ye.
Êdî hemû Ewrûpa bi çavê dîktatorekî pir mezin û pir tahlûke li Erdogan dinêre.
Lema jî li derve ewê piştgirya bi kurdan ra zêde bibe û cepheya li dijî Erdogan jî ewê roj bi roj firehtir û dijwartir bibe.
Ji nuha da hemû medyaya Ewrûpa Erdogan wek dîktatorekî jî Pûtîn jî xerabtir bi nav dike…
Yanî bi vê netîceya referandûmê dijminên dijminê me pir zêde bûn. Ev jî ji bo me îmkaneke baş e.
Lema jî bi dîtina min ev netîce ji bo kurdan baş e, îmkanên viya dide kurdan biserketina "Na" nedida.
Di rojên pêş da dostên me ewê pir û dijminên Erdogan jî ewê pir û pir zêde bibin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE