03 april 2017

Gefên Tirkiyê kurd mecbûrî yekîtiyê kirin



Ev du roj in ji Kurdistana başûr xeberên xêrê û dilxweşkir tên. Diyar e mesela ala Kurdistanê li Kerkûkê û êrîşa Tirkiyê û tirkmenên zilamên wê hişê kurdan anî serê wan û ew mecbûrî hevkarî û yekîtiyê kirin. Hêvî dikim mesela referandûmê jî eynî wek mesela ala Kurdistanê li Kerkûkê yekîtiya kurdan xurt bike.
Kurd bi rehetî nayên ba hev, belkî bi xêra vê neyartiya tirkan ji xewa mirinê şiyar bin û di zûtirîn wextê da yekîtiya xwe çêkin.
Dijminên bav û kalan tu carî nabin xêrxwaz û dostên lawan. Kurd nebin yek, ewê herin yek bi yek.
Bi bûyerên van rojên da wî ev yek carake din îspat bû.
Berpirsiyarên YNKê û PDKê ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê do civiyan û mijar minaqaşe kirin û hin biryarên tarîxî girtin.
Li gorî beyana piştî civînê herdu partiyan ji bo referandûmê û têkiliyên bi hêz û partiyên din ra komîteyeke mişterek ava kirin.
Ev lihevkirina di nabêna YNKê û PDKê da bêguman gaveke pir baş û dîrokî ye, em pîroz dikin.
Hemû kurd li bende rojeke wiha bûn.
Lê dibê tevgera Goran û hêzên din jî miheqeq werin nava vê hevakriyê. Ev îş bi PDKê û YNKê tenê nabe, kêm e.
Li gorî beyana berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ya di Rûdawê da heyeteke PDKê û YNKê ya hevbeş hatiye çêkirin û ev heyet ewê serdana Tevgera Goran û hemû partî û aliyên siyasî yên kurd bike.
Biryareke rast û lazim e. Hêvî dikim di serdanên xwe da ewê bi ser kevin.
Kurd mecbûr in li hev bikin, hev û du îqna bikin.
Wekî din tu rê tuneye.
Wek tê zanîn roja 28ê adarê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê biryar da li tevahî sazî û dezgehên Kerkûkê ala Kurdistanê were bilindkirin.
Di 1ê nîsanê da Parlamentoya Iraqê biryra Encumena Kerkûkê red kir û got nabe li Kerkûkê ji bilî ala Iraqê aleke din were hildan.
Tirkiye û qismekî tirkmenên Kerkûkê yên girêdayî Tirkiyê bi dijwarî li dijî hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê derketin.
Lê ne waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, ne serokê Encumana Kerkûkê(endamû YNKê ye)û ne jî YNKê gava paş da navêtin û gotin kes nikane ala Kurdistanê li Kerkûkê daxîne.
Heta nuha gelek kurdên dilsozên PDKê, YNK bi hevaltiya Îranê û hukûmeta merkezî ya Îraqê û bi dijberiya referandûmû û serxwebûna Kurdistanê îtham dikirin.
Waliyê Kerkûkê Necmedî Kerîm wek merivekî li dijî Kurdistanê, li dijî serxwebûna kurdan û zilamê Bexdayê nîşan didan.
Lê wa ye hemû kurdan dît yê li Kerkûkê serkêşiya hildana ala Kurdistanê kir Necmedîn Kerîm û YNK ye.
YNK û Goran jî di nav da hemû partiyên kurd li dijî biyara meclîsa Îraqê ya daxistana ala kurd li Kerkûkê derketin û rûniştina parlamentoyê boykot kirin.
Ev şêla YNKê û Goranê û yekîtiya hemû hêzên kurd meriv kêfxweş dike.
Lê li alî din bûyeran nîşan da bê ew kesên heta nuha bi şev û roj dijminatiya YNKê û Goranê dikirin çiqasî şaş û neheq bûne.
Derket ortê li Kerkûkê kê ala Kurdistanê hilda û kê di bin ra soz da tirkan û gotin "encûmen biryara erê bigre jî ewê ala Kurdistanê li Kerkûkê hilnedin..."



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE