01 april 2017

Gerek kurd êdî dijminê xwe baş nas bikin

Hin qelemşorên tirk bi derewan dibêjin gelo Erdogan îro li Diyarbekrê ewê çi bibêje?
Erdogan heta nuha çi gotibe, çi demagojî û vir kiribin li Diyarbekrê jî ewê eynî tiştan bike û bibêje.
Li Mêrdînê çi gotibe îro li Diyarbekrê jî ewê eynî vir û gefan dubare bike, ewê dîsa ji kurdan ra bibêja ”ya teslîm bibin ya jî ji vî welatî koç bikin…”
Çimkî di felsefa Erdogan da dibê kurd tim xulam û koleyên tirkan û xizmetkarên dewleta wan bin.
Kurdê hîn jî hêviyekê ji Erdogan û ji AKPê dike ya dîn e ya jî zilamê Erdogan e.

XXX
Îro komek neyarên kurd û Kurdistanê, bi komek xayinên kurd ra diçin Diyarbekrê.
Ev koma neyar û xayinan ewê li Diyarbekra kela mêr û egîd û şehîdan bikin birre birr û gefan li kurdn bixwin.
Û em nikanin tiştekî bikin, nikanin wan ji bajarê xwe biqewitînin...
Lê ev zulm ewê ji wan ra nemîne, ev dewran miheqeq rojekê ewê were guhertin.
Bijî azadî!
Bijî serxwebûn !
Bimre îxanet û cahşîtî !

XXX
Sirri Sureyya Onder di sohbeta xwe ya Fox TVê da gotiye ”li ser pêşeroja vî welatî endîşeyên me û MHPê yek in, ji bo çi emê kurdên xwe teslîmî Barzanî bikin?”
Mêrik kurdan wek ”malê” xwe, wek keriyek pezê xwe dibîne, dixebite ji bo ku kurdên wan ji bin kontrola wan dernekvin û bi kurdên beşên din ra yekîtiya xwe çênekin.
Wek çepekî tirk bi vê şiûrî, ji bo vê armancê di nava HDPê da ye. Û mêrik vê armanca xwe jî venaşêre.
Çi heyf gelek kesî hîn fêm nekiriye Sirri Sureyya Onder û tirkên wek wî di nava tevgera PKKê da Hespê Truva ne…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE