01 april 2017

Heta meriv pêşketina ewrûpiyan nebîne meriv bi belengaziya xwe nahese

Telewîzyona Swêdî kanala 2a da gala muzîkê li Hamburgê(mihrîcana muzîkê li Hamburgê) nîşan da.
Di saloneke pir debdebe, harîqa da bi orkestreke bi sedan kesî ziyafeteke muzîkê ya muhteşem pêşkêş kirin.
Min û xanimê bi heyraniyeke mezin lê temaşe kir.
Ji mekanê fizikî bigre heta bi muzîkê û ew orkestraya ya hewqasî mezin û şefê orkestrayê her tişt muhteşm bû.
Li Ewrûpa her welat mezinahiya xwe, pêşketina kultura xwe bi çend sembolan nîşan didin.
1- Salonên opera yên muhteşem.
2-Salonên tiyatroyê yên muhteşem.
3-Salonên muzîkê yên bi heybet.
4-Kitêbxaneyên meriv dibe heyranên wan.
5-Muzeyên bêemsal.
6-Sînemayên pir xweş.
Her welatê Ewrûpa bi hebûna van avahiyên xwe yên kulturî serbilind e û îftîxar dike.
Lê li welatên musilman çi heye?
Bêyî mizgeftan ew bi çi yê xwe serbilind in?
Li welatên musilman em dev ji welatên feqîr berdin, yên herî zengîn jî bêyî mizgeftan çi yê wan heye?
Du tişt li welatên musilman hene:
1-Mizgeft(camî)mizgeft, mizget û mizgeft. Li her bajarekî welatên musilman bi sedan mizgeft hene.
2-Û li her bajarî hefs, zindan, girtîxaneyên wan hene…
Lê solonên operayê, tiyatroyê, salonên muzîkî, muze, kitêbxane, tuneye…
Çi ye, çi ye Suûdî welatekî pir zengîn e, nizanim kîjan welatê ereb pir zengîn e.
Lê erebek çuqasî zengîn be jî heta mirina xwe operayê, tiyatroyê, galayeke muzîkê nabîne. Baleyekê nabîne.
Nikane  here konserekê.
Yanî ne di warê teknîk û îcadan da tenê, di warê kulturî da jî welatên musilman fersah fersah ji welatên xiristiyan paşdatir in.
Musilman çiqasî zengîn bin jî bi piranî bêyî ji vê dinyayê kêf û zewqeke dinyawî, însanî bigrin diçin rahmetê…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE