18 maj 2017

AKPê tenê HDP dijmin dîtiye û lema jî venexwendiye kongreya xwe



AKPê, HDP dawetî kongreya xwe nekiriye, yanî venexwendiye kongreya xwe.
Rast kiriye.
Meriv dijminê xwe dawetî kongreya xwe nake.


Kongreya AKPê ya sêyem di 21ê gulanê da çê dibe.
Erdogan ewê Bînalî Yildirimê emirber poste bike û ewê derbasî ser dîreksiyonê bibe, yanî ewê ji nuh ve bibe serokê AKPê.
Heta nuha ne resmî lê fiîlî serok bû.
Lê bi vê kongrê di resmîyetê da jî ewê bibe serokê AKPê.
Helbet ne serokê AKPê tenê, ewê bibe serokê hukûmetê, serokê Tirkiyê û serokê artêşa tirk jî.
Yanî meriv kane bibêje Erdogan ewê bibe sultanê Tirkiyê.
Li gorî medyaya tirk dinivîse, AKPê bêyî HDPê ji hemû partîyan ra dawetname şandiye, tenê ji HDPê ra neşandiye, tenê HDP venexwendiye kongreya xwe.
HDP her çiqas dibêje ”ez ne partiyeke kurd im, ez partiyeke Tirkiyê me, ez veqetandinê, dewletê, Kurdistanê naxwazim”, dewlet ji bo kurdan jahr e, zuqûm e, heram e”,  lê tirk dîsa quruşekî xwe di vê şelafiya HDPê û berpirsiyar û serokên wê nadin, dibêjin hûn dev ji çi berdin û çi şalûziyê bikin jî hûn dijminên me ne, em we ji xwe qebûl nakin.
Bi baweriya min AKPê bi dawetnekirina HDPê tiştekî rast kiriye.
Bi kêmanî mêrikan durûtî nekirine, ji kes û qewmê jê nefret dikin û dijminên xwe dibînin ra gotine ”em we dijminê xwe dibînin û lema jî we naezimînin kongreya xwe.
Ez bi xwe di viya da tu şaşiyekê, tu neheqiyekê, tu anormaliyekê nabînim.
Di ser da teqdîr dikim, ji bo ku ya dilê xwe veneşartine, di heqê kurdan û HDPê çi difikirin ew gotine...
Yanî AKPê qet durûtiyê nekiriye, partiya dijminê xwe xwe dîtiye dawet nekiriye.
Û ev jî rast e, meriv naxwaze neyarê xwe di kongreya xwe da, di şahiya xwe da bibîne.
Ez bim jî ezê eynî tiştî bikim.
Ezê neyarên kurdan, kes û hêzên ez wan dijmin dibînim venexwînim kongreya xwe.
Mesele hewqasî basît e.
Lê ne AKP tenê HDPê dijmin dibîne, MHP, CHP, SAADET, VP, BBP, KP, MP, bi kurtî hemû partiyên tirk jî li gel hemû şelafiyên HDPê û sloganên ”em Kurdistanê naxwazin, em filan û bîvan tiştî naxwazin” HDPê wek partiyeke dijmin dibînin.
Ew jî kongreyên xwe çêkin ewê HDPê davet nekin.Kurdên partiya Tirkiyê û vê siyaseta HDPê naparêzin, kurdên ne li dijî Kuridstanê ne, kurdên dewletê dixwazin dibê ya HDPê bikin partiyeke kurd û Kurdistanî ya jî dev jê berdin û ji xwe ra li riyeke din bigerin.
Em dibînin siyaseta ”Tirkîyetiyê” jî pere nekir, dîsa jî hemû belediye ji kurdan stendin.
Serokên HDPê jî di nav da bi sedan siyasetmedar, serokên belediyan û parlamenter avêtin zindanê. Jiyan li parlamenter, siaysetmedar û endamên HDPê kirine zindan.
Yanî partiya Tirkiyê û sloganên ”biratiya gelan û em filan tiştî naxwazin” jî tu feyde negîhand kurdan û nagihînê.
Hûn çi bikin jî tirk we ne ”bira”, dijmin dibînin.
Viya êdî bibînin, qebûl bikin.
Lema jî ne hewceye hûn xwe ji vê rejîma faşîst û ji van nîjadperestên antî-kurd ra hewqasî daxînin...
Dev ji siyaseta “biratiyê” û "partiya Tirkiyê" berdin û bibin partiyek kurd û Kurdistanî…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE