16 maj 2017

Beq nequrre ewê bidirre...

Malperên tirk di manşetên xeberên xwe da gotine, ”Serokkomar Recep Tayyip Erdogan hevdîdtina xwe ya bi Donlad Trump ra 1-0 dest pê dike…”
Çima 1-0 dest pê dike?
Li hemberî Donald Trump di destê Erdoganê emîrê Daîşê da çi awantaj û qoz heye?...
Qet tu jahr jî tuneye.
Gotineke vala û beradayî ye…
Tirk elemîne halan, pesin û virên bêmane. Ji xwe ra li tembûrê dixin û ji xwe ra li ber tembûra xwe dilîzin.
Ji xwe ra derrewên dinyayê li hev tînin û pê xwe dixapînin, pê qûna xwe û serê xwe mezin dikin.
Çimkî tirk li hemberî Emerîka û Ewrûpa xwe zeîf û biçûk dibînin.
Zanin tu tiştekî wan nagihîje Emerîka û Ewrûpa.
Zanin di her warî da, ema di her warî da ji Emerîka û Ewrûpayê fersah fersah paşdatir in.
Zanin Ewrûpîyan êdî baş fêm kirine tirk irqçî û faşîs tin û merivên paşdamayî û heyranê xwe ne.
Zanin Trump jî û ewrûpî jî bi qasî kurdan û serokên kurdan qedir nadin Erdogan û Tirkiyê.
Zanin ji sedî yekê qedrê ewrûpî didin Salih Muslim, gerîlla û pêşmerge nadin Erdogan û dewleta wî.
Lema jî bi xwe pesnê xwe didin, bi viran qûna xwe û serê xwe mezin dikin.
Lê tirk ji derewên wiha pir hez dikin.
Ev psîkolojiya beqa ye, beq nequrre ewê bidirre…
Ji qahra kurda ye, di destê medyaya tirk da tenê qurrîn maye…
Wek beqan biqurrin, biqurrin, ya na hûnê ji qahra kurdan bidirrin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE