16 maj 2017

Bi texmîna min Erdogan li Washingtonê pûş kuta...



Bi qasî nûçegîhanên swêdî ji Washingtonê radigihînin medyaya emerîkî, rojnameyên emerîkî yên mezin qet qala hevdîtina Erdogan û Donald Trump nekirine. Fena ku li Qesra Spî hevdîtineke wiha tunebe.
Nûçegîhana telewîzyona Swêd got Erdogan dixwaze Emerîka piştgiriya kurdan neke, lê ew bawer nake Trump guh bide vê daxwaza Erdogan.
Eynî nûçegîhanê got, sanatorekî muhîm got, “problem ne kurd in, Daîş e, lê Erdogan dixwaze em ne şerê Daîşê, şerê kurdan bikin. Problem ne kurd in, Daîşê e.”
Medyaya tirk wek medyake şelaf hevdîtinê mezin dike, lê ne wisa ye, min berê jî got, Erdogan ewê ji Washingtonê destvala û xeyalşikestî vegere.
Ji xwe ji axaftina Trump ev yek baş xuya ye. Trump di axaftina xwe ya pir kin da ji dêlî tiştekî konkret bibêje, pesnê leşkerên tirk da, qala “qehremaniya” tirkan ya li Korê kir. Yanî tiştekî cidî negot, bi çend pesnên vala dilê tirkan xweş kir.


Tabî dibê meriv mesela Zerraf jî ji bîr neke. Em hîn nizanin di mesela Zerrab da Emerîka ji Tirkiyê çi dixwaze…
Mesela Gulen jî heye, lê ew zêde ne muhîm e. Ez bawer nakim Erdogan jî dixwaze Gulen teslîmî Tirkiyê bikin. Gava Gulen bipeyive ewê hemû pîsiyên gelek kesan û hukûmetê jî derkeve û serê Erdogan jî biêşe.
Tiştê Erdoga li Tirkiyê ji bo Gulen dibêje propaganda ye, dibê meriv guh nedê..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE