15 maj 2017

Çawa dibe tu hîn nehatiye girtin?

Ayşe Armana rojnamevan bi rojnamevan Levent Gultekîn ra hevpeyivînek xweş kiriye.
Di pirsa pêşî da Ayşe Armanê ji Gultekîn ra gotiye:
”Çawa dibe heta nuha tu navêtine hundur?”
Gultekîn jî gotiye, ”Vê pirsê her kes meraq dike! Bersîva wê ez jî nizannim…”
Gultekîn rojnamevanekî pir hindik diwêre Erdogan û îktîdara AKPê rexne bike.
Û ji bo vê jî cesareteke pir mezin lazim e, dibê însan zindanê, bêkariyê û birçîbûnê bigre çavê xwe.
Lema jî Ayşe Arman xanim matmayî maye.
Îro li Tirkiyê gava yekî demokrat, muxalifekî Erdogan hîn li derve be, hîn nehatibe girtin her kes matmayî dimîne, dibêje gelo di bin vê da çi heye, ev meriv çima hîn nehatiye girtin?
Çimkî li derve mayina muxalifekî Erdogan êdî di serê însanan da şikê çê dike, dibêje gelo ev meriv di bin ra zilamê Erdgoan e, ya jî sebebê negirtina wî çi ye?
Çimkî li Erdogan rexneyeke herî biçûk jî têra girtina însanan dike.
Hefs û zinadanên tirkyê tije kurd û muxalifên Erdogan in.
Ev rewş, ev psîkolojî ji bo welatekî rûreşiyeke mezin e.
Tirseke bi vî rengî ancax li Koreya Bakur, li Suûdî, li Îranê û li Erîtreyê heye.
Tirkiye di bin dîktatoriya Erdogan da bûye welatê tirs û xofê. Kes bi şev bi dilekî rehet serê xwe danayne ser balgiyê xwe, her kes bi tirsa polîs ewê kîn ga li deriyê wî xe radikeve.
Îslamîstên tirk nîşan dan ew ji kemalîstan ne baştir, ne pêşdatir û ne demokrattir in. Heta di warê ”demokrasîyê” û azadiyan da, di neyartiya kurdan da fersah fersah ji kemalîstan xerabtir in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE