Îro cejna zimanê kurdî ye.
85 sal berê di 15ê gulana 1932a da Mîr Celadet Bedirxan li Şamê hejmara Hawarê
ya pêşî derxist.
Kovara Hawarê bû bingeh û gava pêşî ya kurdîya latînî. Bi derketina Hawarê ra
kurdî geş bû û bi pêş ket.
Û ji wê rojê heta nuha bi hezaran kitêb, kovar, rojname û berhemên cuda cuda bi
kurdîya latînî hatin nivîsîn.
Ji sala 2006a û virda ye kurd her sal roja 15ê gulanê wek roja zimanê kurdî
pîroz dikin.
Cejna zimanê kurdî li gelî kurd û li hemû kurdên kurdperwer û kurdîaxêv pîroz be.
Hezar carî mala Mîr Celadet Bedirxan ava be ji bo ku Hawar weşand û em kurd
kirin xwedî elîfbeya latînî..
Bira gorra wî biheşt be...
Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e.
Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike.
Her kesê ko xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin.
Hawara me berî her tiştî
heyîna zimanê me dê bide naskirin.
Lewma ziman şertê heyînê me ya pêşîn e.
///Mîr Celadet Elî Bedirxan
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar