08 maj 2017

Dewleta tirk dike rengên kesk û sor û zer li kurdan yasax bike

Polîsên tirk li Edenê konvoya berbûyên daweteke kurdan
sekinandin û hemû hirbiyên kesk, sor û zer ji berbûyan stendin û şewitandin.
Medyaya tirk ev çavsorî û midaxela faşîzan wiha daye:
”Di konvoya dawetê da du kesên paçikên sîmgeyên PKKê li ba dikirin hatin girtin.”
Paranoya rengên kesk û sor û zer bi tirkan girtiye. Tu nemaye van rengan yasax bikin.
Tiştê kirine ji zorbatiyê û terorê jî wêdatir sûc e, irqçîtî û nazîzm e, kîn û nefreta li hemberî miletekî ye.
Dibê HDP, PAK yanî partiyên kurd abûqatekî bigrin û li van polîsan gilî bikin.
Dibê baroyên Kurdistanê bêdeng nemînin.
Ev kirina polîsan ne qanûnî ye, zorbatî ye û sûc e. Lema jî dibê kurd li van zorbayan gilî bikin.
Ez zanim ewê tiştek zê dernekeve, lê diîsa jî dibê meriv bêdeng nemîne, gilî bike. Heta heger mimkûn be bûyerê wek ”sûcekê nefretê” bibe dadgehên navnegewî.
Ez vî rismî diyarî kurdên dewletê naxwazin dikim.
Dewleta meriv tunebe polîsên meriv jî tuneye.
Û polîsên tirkan jî nahêlin kurd ne ala Kurdistanê, du hirbiyên kesk û sor û zer jî li ba bikin…

XXX


Îro li Diyarbekra birîndar kongireya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAKê) bû...
Bira sax bin hevalan ez jî vexwendim kongreyê, lê belê nikanîbûm biçûyama.
Her çiqas ne di nava wan da bim jî dilê min bi wan ra ye.
Bi qasî min ji medyaya sosyal taqîb kir elaqa ji kongreyê ra zêde bûye, kongre di nava coş û atmosfereke pir baş da derbas bûye.
Ev jî nîşan dide mesaj û şîarên PAKê di nava kurdan da olan daye û pozîtîf tê dîtin.
Yanî ji PAKê ra eleqeyek, sempatiyek pozîtîf heye.
Ev min kêfxweş dike.
Her fikir û siyaseta Kurdistanê, dewletê û alê bixwaze min kêfxweş dike.
Ji her kesê dewletê, Kurdistanê û alê bixwaze hez dikim...
Hêvî dikim di kongreyê da kadroyên bi îsabet werin hilbijartin.
Ji endam û berpirsiyarên PAKê ra serketinê dixwazim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE