15 maj 2017

Di Hindik-Rindik da guhertineke nuh

Piştî min xeml û xêliya bloga xwe Hindik-Rindik bi layouteke nuh û xweşik guhert dixwazim di dûzana weşanê da jî, di naverokê da jî guhertineke biçûk çêkim.
Wek hûn xwendevan jî zanin heta nuha nivîsên dirêj ne tê da, min nivîsên kin yeko yeko nediweşand, min du sê heb dikirin yek û bi hev ra diweşandin.
Lê ji nuha û pê da nivîs çiqasî kin be jî ezê wê bi tenê biweşînim.
Yanî ji dêlî ez rojê carekê, du caran bloga xwe nuh (update)  bikim, ezê sê çar caran bikim.
Bi vî hawî him rojê ezê çend nivîsan biweşînim û him jî nivîs ewê kin û bi serê xwe bin.
Ez dibêjim bi vî hawî ewê baştir be.
Heger di vî warî da xwendevan fikir û pêşniyarên nuh bînin ezê kêfxweş bibim.
Lê ez zanim kes şaşiyeke wiha nake, ew fikrên xwe ji xwe ra dihêlin.
Ji bo meriv biwêribe li ser mijarekê fikrê xwe, raya xwe bibêje cesareta medenî lazim e û ew jî bi kurdan ra tuneye, bi kêmanî pir kêm e.
Helbet ne ji bo vê meselê, qesda min kultureke qerekter û giştî ye. Yanî em wek ewrûpiyan ne rehet in, zarokên me wek yên ewrûpî ne serbet in.


Çimkî em zarokan azad mezin nakin, em ji dêlî îqnayê her tiştî bi zor bi zarokan didin qebûlkirin. Ev yek jî zarokan durû dike û zirareke pir mezin dide şexsieyta wan.
Terbiya malbatî û sîstema perwerdeya tirk zarokan bêcesaret, qudûmşikestî dike…
Ji bo ku bi însanan ra cesareteke medenî hebe dibê însan bi kukltureke xweşbîn, ne otorîter û di civateke demokratîk û azad da mezin û perwerde bibin.
Li Tirkiyê ev yek yanî demokrasî û azadiya şexsî û fikrî ji kok da tuneye, ji malbatê bigre, heta bi kuçê û perwedeyê û leşkeriyê însan bi disîplîneke leşkerî mezin dibin. Zarok ne bi perwerdeyeke azad û demokratîk, bi tirsandinê tên mezinkirin.
Lema jî meriv kane bibêje piraniya kurdan lalên bi zar û ziman in. Fizîkî ne lal in, lê psîkolojîk û rûhî piraniya însanan lal in, nikanin hestên xwe, fikrên xwe bi rehetî bidin der…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE