11 maj 2017

Dîn ji dînan ditirsin

Trump, Erdogan biaqil kiriye
Erdogan gotiye di 16ê gulanê da gava here Emerîkayê ewê mesela PYDê û YPGê bi Trump ra bipeyive.
Diyar e rebeno nikane telefonî Trump bike, Trump pê ra napeyive. Lema jî ji bo giliyê Salih Muslim û PYDê bike haylo ewê lêxe here Emerîka.
Yaho vî Salih Muslimî û PYDê çi anî serê vî rebenî, êdî wek berê nikane telefonî Qesra Spî jî bike....
Bi navê îlahî ji bo serokekî wek wî ev sosireteke mezin e.
Serokê Misrê El Sîsî her hefte bi Skype bi Trump ra dipeyive.
Li gorî Erdogan ”alîkariya Emerîka bi PYDê ra dike şaş e û hêvî dike Emerîka ji vê şaşiyê vegere.”
Erê, tu li ser wî guhî rakeve, Emerîka ewê vegere…
Lawo bi rastî jî ji tirk heta bivikê nebînin nayên rê.
Dema Obama li ser hukim bû Erdogan her roj gef lê dixwar, roja negota ”ey Obama, tu havalê kê yî?”, tunebû.
Lê heta nuha yek carê jî ji Trump ra negotiye ”ey Trump, tu havalê kê yî ?”
Çimkî newêre.
Çimkî bivik heye.
Çimkî zane Trump ”delodîn” e.
Û di ser da serokê Emerîkayê ye.
Û merivê dîn jî kes nizane çi bike.
Lema pir bi hurmet, pir kibar, pir nazik û nermik navê Trump digre devê xwe, qet gefan lê naxwaze.
Qet nabêje ”ey Trupam tu hevalê kê yî?”
Çimkî zane Trump merivekî dîn e, kane jê ra bibêje:
”Oxlim ez hevalê PYDê YPGê me, hema çi ji detê tê texsîr neke!
Lema jî gava qala Trump dike zimanekî super dîplomatîk bi kar tîne, dibêje ”gava ez herim ezê mesela PYDê û YPGê bi birêz Trump ra bipeyivim…”
Wek tirk dibêjin, ço ji cinetê derketiye…
Erdogan zane Trump ne yekî temam e, kane wî pir poşman bike. Lema jî navê Trump bi hurmet digre devê xwe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE