17 maj 2017

Dr. Michael Cheyt: Heger kurd bi zarokên xwe bi kurdî nepeyivin pêşeroja kurdî tuneye

Zimanzanê emerîkî Dr. Michael Cheyt di vê hevpeyvîna xwe da dîsa gazî û hawar li dê û bavên kurd kiriye û gotiye:
”Heger dê û bavên kurd bi şanazî bi zarokên xwe re bi kurdî nepeyivin pêşeroja zimanê kurdî tuneye. Heger hûn li benda destûra hikûmetê bisekinin hûnê xeyalşikestî bin.”
Weleh hema dê û babên kurd qet bi şanazî bi zarokên xwe ra bi kurdî napeyivin.
Bêguman her kes zane zimanê zarok pê mezin nebin ew ziman mahûkî mirinê ye.
Kurd vê rastiyê zanin, lê dîsa jî bi zarokên xwe ra bi kurdî napeyivin, dîsa jî ehemîyetê nadin zimanê xwe.
Di asîmîlasyona kurdan da bi qasî dewleta tirk, siyasetmedar û ronakbîrên kurd jî sûcdar in. Çimkî bi kurdan ra bi kurdî napeyivin, bi dewletê ra ew jî bi tirkiya xwe kurdan asîmîle dikin. Ji sedî 99ê siyaseta kurdên bakur bi tirkî ye.
Tiştê dewleta tirk bi zorê bi kurdan dide kirin, siyasetmedarên kurd bi navê kurdayetiyê dikin.
Yanî di asîlîsyona kurdan da ne tenë dewleta tirk, siyasetmedfarên kurd jî, pariyên kurd jî sûcdar in.
Lema jî dibê meriv ne dewletê tenê, li hemberî kurdên bi tirkî siyasetê dikin û dinivîsin jî derkeve.
Hevpeyvîneke xweş e, camêr ji kurdan bêtir bi ser kurdî da dihezhezike û dixwaze kurdî nemre...
Lê heta kurd ev kurd bin taliya kurdî xerab e.
Ji bo nemirina kurdî tenê xelasiyeke heye, ew jî li Kurdistana bakur û rojava kurd bibin xwedî statutyeke netewî. A wê demê kurdî ew^ji mirinê xelas bibe, ya na pêşeroja kurdî li Tirkiyê û Sûriyê tuneye, mahkûmî mirin û wendabûnê ye.
Hêvî dikim kurd li Tirkiyê û li Sûriyê di demek nêz da him mafan bi dest xin. Gava zarok bi kurdî bixwînin a wê demê kurdî ji mirinê difilite.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE