16 maj 2017

Emerîka û Ewrûpa dixwazin ji me ra ordiyeke netewî ava bikin

PDKê û YNKê di 25 salên desthilata xwe da ordiyeke (artêşeke) Kurdistanê ya netewî çênekirin. Ji dêlî ku pêşmerge bikin ordî, ew wek çekdarên xwe, wek bekçiyên sexsê xwe û berjewndiyên xwe hîştin.
Bi saya hêzên xwe yên çekdar him kursiyên xwe parastin û him jî çavsorî li xelkê û muxalifên xwe kirin.
Çimkî xwedî hêzên çekdar bûn.
Lê bi qasî xuya dike Emerîka dike dawî bide vê saltanata PDKê, YNKê û Barzanî.
Emerîka dike avakirina ordiya Kurdistanê bi zor bi PDKê û YNKê bide qebûlkirin.
Li gorî medyaya kurd dinivîse heyeta pisporên emerîkî, îngliîz û alman pêşniyara ordiya Kurdistanê em demeke dane berpirsiyarên PDKê û YNKê û ji wan ra gotine heger hûn pêşmergeyên xwe nekin yek, ji nuha û pê da emê bi w era alîkariyê nekin.
Heger zor û zixta Emerîka û Ewrûpayê tunebe PDK û YNK bi rehetî pêşmergeyên xwe nakin yek û malê dewleta kurd.
Û heta pêşmergeyên PDKê û YNKê hebin ordiya Kurdistanê ya netewî çênabe. Û hava ordî çênebe Kurdistan jî ava nabe. Çimkî dewletek bê ortî nabe.
Lema jî heger em dixwazin Kurdistaneke serbixwe ava bibe, dibê meriv li dijî pêşmergeyên patiyan be.
Lê îhtîmal heye mecbûr bibin û pêşniyara Emerîkayê qebûl bikin. Çimkî Emerîka ewê alîkariyê ji ser wan bibire.
Û gava Emerîka dest ji ber wan bişîne ereb û tirk ewê wan li hewa bixwin.
De hêvîya me ma Trump….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE