20 maj 2017

Erdogan bi îşareta ”Rabîa” yê gotiye ew li pey ”Sêva Sor” e…



Erdogan do, di merasima 19ê gulanê da bi destê xwe yê çepê ”îşareta Rabîa” kiriye û di axaftina xwe da jî wek Alpaslan Turkeşê faşîst peyivî ye û ji kîtleyê ra gotiye ”Sêva me ya sor emanetî we ye.”
Îmgeya ”Sêva Sor” semboleke hemû nîjadperest û faşîstên tirk ya pir muhîm e. Faşîstên tirk bi îmgeya ”Sêva Sor” hedefeke muhîm, îşxal û fethên nuh û hîn mezin xeyal dikin.
Ji bo ku ew jî bibin xwedî mîtolojî ji xwe ra hin derew merew li hev anîne. Îdeologên faşîzma tirk bi vî hawî xwe tatmîn dikin û bi vê îdeolojiya faşîst pê mejuyê însanan diçelqînin.
Erdogan jî êdî rola nasyonalîst û faşîstekî tirk dilîze, dixwaze kursiya Bahçelî jê bistîne û ji alî nîjadperest û faşîstên tirk va wek Nîhat Adsiz û Alpaslan Turkeş were qebûlkirin.
Lê ev faşîstiya jî wî jî wek îslamîmîzimê û demolratiya wî di esasî xwe da sexte ye, ji bo kursiya xwe wenda neke maskeya pan-turkîzmê û îslamîmzîmê daye ber ruyê xwe.
Mêrik eşkere dibêje hedefa wî ”Sêva Sor” e, ew nasyonalîst û faşîstekî tirk e û bi êdî bi sembolên wan dipeyive.
Yanî ew nasyonalîstekî antî-kurd û merivekî pan-turkîst e. Lê hîn jî bi hezaran kurdên me heval û piştgirên vî faşîstê antî-kurd û pan-turkîst in.
Di esasê xwe da êdî di nabêna AKPê û MHPê da, di nabêna Devlet Bahçelî û Erdogan da di warê îdeolojîk û siyasî da bi qasî misqalekî jî ferq û cudahî nemaye.
Lê kurd hîn jî ji vî nasyonalîstê tirkê neyarê kurdan naqetin.
Di nabêna kurdên MHPê yên faşîst û kurdên AKPê da tu ferq nîne. Ji xwe MHP û AKP di praktîkê da li hemberî kurdan bûne yek, Bahçelî hevalê Erdogan yê herî saxlem û şêwirmendê wî yê bi dizî ye.
Îro yên li Tirkiyê li ser hukim in hêzên turk-îslam in, îslamên faşîst û faşîstên îslam in.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE