15 maj 2017

Erdogan ewê ji Emerîka destvala vegere

Sebebê çûna Erdogan ya Emerîka di esasê xwe da kurd in, Gulen mulen hemû dezînformasyon e, tiştên pir biçûk û talî ne. Mesela esasî kurd in.
Erdogan dixwaze alîkariya Emerîka ya bi PYDê û kurdên rojava û başûr ra qut bike.
Erdogan dixwze Emerîka piştgiriyê nede referandûm û serxwebûna kurdên başûr jî.
Erdogan bi qasî li dijî alîkariya bi PYDê ra ye, hewqasî jî li dijî piştgiriya bi pêşmerge û kurdên başûr ra ye.
Erdogan ewê ji Trump ra bibêje piştgiriyê nede otonomî/federasyona kurdên rojava û serxwebûna Kurdistana başûr hûn çi dixwazin em hazir in. Em hazir Daîşê û hemû hêzên îslamî ji Sûriyê derxin. Lê bi şertê dibê Emerîka piştgiriyê nede kurdên rojava û başûr û yekîtiya wan.
Lê bi texmîna min Erdogan ewê ji Emerîka destvala vegere, Trump ewê daxwazên Erdogan qebûl neke.
Emerîka zane Tirkiye ne dijminê Daîşê ye, heval û piştgirê wê ye
Têkiliyên bi PYDê ra û alîkariyên hetanî nuha hatine kirin wer bi rehetî nayên qutkirin.
Çimkî li herêmê tu hêzeke ji kurdan xurttir û saxlemtir tuneye, hêza herî xurt û saxlem kurd in.
Ji Emerîka ra jî ev lazim e.
Tirkiye çi bike jî kurdên rojava li Sûriyê ewê bibin xwedî federasyon û heta belkî jî ew û Kurdstana başûr bibin yek. Yanî yekîtiya Kurdistana başûr û rojava ne xeyal e. Tirk viya dibînin û lema jî dixwzin rê li ber vê yekê bigrin.





Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE