10 maj 2017

Erdogan tiştek di dewleta tirk da nehîşt

Serokê sedsala 21ê qûş li Feto jî û li dewleta tirk jî qetand...
Polîsên serokê sedsala 21ê birêz Erdogan îro dîsa li 17 bajran OPERASYONEKE mezin kirine, ji MITê, ji leşkeran bi sedan kes girtine.
Her roj operasyon e, her roj çend sed kesan digirin.
Digrin û digrin lê dawî nayê.
Bi Xwedê serokê sedsala 21ê qûş li Feto jî û li dewleta tirk jî qetand.
Dewleta tirk kir pênc pere, rezîl û riswa kir.
Dewleteke wiha bira têkeve binê erdê.
Xwedê nuha dijminê min jî ne tirk !
Meriv li kuçe û kolanên Anqerê û Stenbolê paqijiyê, çopcîtiyê jî bike, solan/pêlavan jî boyax bike ji seroerkaniya, ji wezîrî û serokwezîrîriya vê dewleta pînç û qeşmer çêtir e, karekî bi şereftir e.
Tirkiye êdî bûye welatê tires û xofê, kursî û meqamê kê çi be ewlekariya wî tuneye, her kes ji ruhê xwe ditirse.
Aynê, gunehê kurdan ji van zaliman ra nema, Xwedê bela wan ji ber nigê wan da wan, yekî wek Erdogan museletî wan kir…
Hêvî dikim du sê salên jî tişt pê neyê û li ser hukim bimîne. Ez bi xwe ji siyaseta wî pir razî me…

XXX


Ev hersê tiredînên Tirkiyê (Kalin, Fîdan, Akar) bi balafira xusûsî çûn Emerîkayê ji bo ku xwedêgiravî nehêlin Emerîka sîlehan bide YPGê.
Lê wer xuya dike van tiredînên totikvala ji dêlî ji Trump ra bibêjin sîlehan nedin YPGê, gotine bidinê.
Lema jî Trump îro biryara dana sîlehên giran îmze kir.
Ev Emerîka ye, Xwedê zane ewê çi bobelatan, çi tofanan bidin kurdan...
Law Xwedê meriv ji xezeba Emerîka bisitirîne.
Bi navê Xwedê Emerîkî ji tirkan tam xeyidîne, kanin careke din jî çewalan têxin serê leşkerên tirk.
Kî zane, belkî ”çuvalcî general” yanî genarlê çewalcî tew şandibin Sûriyê…
Tobe tobe, yaho ev Traump jî tam dîn e, çi îşê xerîb û dûrî aqilan dike…

XXX
Nivîskarê rojnameya Yenî Şafakê Îbrahîm Karagul bang li hukûmeta AKPê kiriye, gotiye herçar kantonên kurdan yanî Kurdistana rojava zû îşxal bikin.
Karagul bang li hukûmetê kiriye, gotiye
”Dibê hukûmet plana xwe ya B têxe dewrê û bêyî dudilî herçar kantonan jî îşxal bike.”
Karagul wiha gotiye:
”Heger DYA(Emerîka) neyê îqnakirin tenê planek dimîne: Ew jî seranserê sînorên Sûriyê ji çar herêman da dibê midaxele were kirin. Yên viya wek dînîtiyekê dibînin, ezê ji wan ra tiştekî tenî bibêjim. Pêşeroja Tirkiyê di ser her tiştî ra ye. Bedelê wê çi dibe bira bibe. Heger em viya îro nekin, sibe emê qet nikanibin bikin.”
Tirk heta têk neçin, heta em wan nebin bela xwe ji kurdan venakin. Dewlet jî hukûmt jî wek vî faşîstê neyarê qewmê kurd difikire.
Tirsê nebînin sedîsed ewê êrîşî kurdan bikin, ev eşkere ye, çimkî neyartiya kurdan çavê wan qarixî kiriye….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE