20 maj 2017

Erebên Sûriyê yên li Kurdistanê belav kirine ewê li hemberî kurdan bibin çeteyên dewletê

Erebên Sûriyê yên li Kuristanê belav bûne di rojên pêş da hemû ewê bibn faşîstên Erzerûm, Xarpêt û Meletyê...
Di şerê Sûriyê da erê erebên Sûriyê zirareke madî û însanî dîrin, ev rast e. Lê di warê siyasî da li karê ne. Welatê wan li cî ye û bi milyonan ereb li dinyayê belav bûn, li her welatê Ewrûpa koloniyên ereban çê bûn.
Ev yek jî him ji bo ereban û him jî bo hêzên îslamî îmkaneke mezin e, êdî li her welatê Ewrûpa xwedî hêz û gotinin. Di rojên pêş da pir ne dûr e li hin welatên Ewrûpa bibin şirîkên wan welatan.
Yanî gava meriv dûr û dirêj li meselê binêre ereb û hêzên îslamî di şerê Îraqê û Sûriyê da li karê ne.
 Yên zirareke pir mezin û malwêran dîtin kurd in, kurdên êzdî ne, kurdên Kurdistana bakur in. Ereb, tirk û misilmanan malik li kurdan viritandin, qirawan anîn, tiştên anîn serê ermeniyan anîn serê kurdan jî.
Bi sedhezaran ereb wek leşkerên dewleta tirk û hêzeke antî-kurd li Kurdistanê belav û bi cî kirin. Hema hema hemû jî birçî ne û amadene bibin çeteyên dewleta tirk.
Li Ruhayê bi kêmanî 700-800 hezar ereb bi cî kirine û ev jî bi zanetî ye, ji bo ku demografya Ruhayê biguherin, Ruhayê jî bikin Xarpêt(Elezîz) û Meletî.
Û van hêzên antî-kurd ewê ji Kurdistanê dernexin û bikin bela serê kurdan û tevgera kurd ya netewî.
Van erebên antî-kurd hemû ewê bibin wek dadaşên,faşîstên Erzeromê, Xarpêtê, Sêwasê, Meraşê û Meletyê û hin derên din yên Kurdistanê.
Di rojên pêş da kurd ewê ji destên van pir bikşînin. Dibê kurd ji nuha da li ser vê hêza antî-kurd serê xwe biêşînin û tedbîrên mimkûn bigrin û karên mimkûn bikin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE