04 maj 2017

Ez zanim Kurdistanê çêbe...



Peyv ji şûr, fikir, bawerî ji zorbatiyê xurttir e.
Li her dera dinyayê zû dereng fikir, bawerîyê timî zora zorba, zalim û dîktatoran biriye.
Li Kurdistanê jî vê merhelê dest pê kiriye.
Pir nemaye, dîktator, zorba, zalimên tirk çi dek û dolab û firildaqaan bigerînin û hovîtiyên xwe çiqasî zêde bikin jî emê zora wan bibin.
Îradeya me, baweriya me ya bi heqî û bi doza me ji tank û top û balafirên wan, ji artêş, xulam û cahşên wan xurttir e.
Ew çi bikin jî emê wan bibin, kurd ewê bigihîjin armanca xwe.
Wek kekê Eskerê Boyik jî gotiye:
”Ez zanim Kurdistanê çêbe,
Azadî beyreqa wê be
ez zanim Kurdistanê çêbe
Lawê kurd egîdê wê be..
îro be yan sibê be..”

XXX
Sal û zeman wek her tiştî, însên jî diguherîne, hinekan baş û hinekan jî gelkî pîs dike.
Hin kes bi derbasbûna sal û zemên ra kamil dibin û hin kes jî her ku diçe bêrû dibin, ji başiyê berbî xerabiyê ve diçin.
Hesin zû zengarî dibe, lê belê zêr bi hezaran salan jî di binê erdê da bimîne zengarî nabe, tişt pê nayê. Lema jî metalekî bi qîmet e.
Hevîrê hin kesan ji hesinê pîs e, ne jê çê dibe şûr û ne jî kêr.
Ji bo ferdê miletekî bindest pîsiya, qirêtiya, bêheysiyeta herî xerab hevalbendiya dijmin e, bêdengiya li hemberî zulma neyar e.

XXX


Kesê tarîxa xwe, serpêhatiya gelê xwe bizane
dost û dijminên xwe baştir ji hev digerîne.
Xwenaskirin, zanîna tarîxî hest û şiûrê netewî bi însên ra xurt dike,
ji însên ra dibe mercek, meriv pê baştir dibîne.
Nezanî korî ye, merivê kor nikane xwe ji ketina kort û kendalan hemet bike, mahkûmî ketinê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE