07 maj 2017

Guhertina qerekter ne hêsa ye



Rojekê padîşê ji wezîrê xwe pirsîye, gotiye:
-Ma bi ya te perwerde muhîm e ya jî qerekter?
Wezîr gotiye:
-Helbet qerekter muhîmtir e ez xulam.
Padîşê rabûye delal li çarhawêlê welêt belav kir. Gotiye kî kanibe pisikê perwerde bike, wê fêrî karikirinê bike ezê kîsek sed zêrî bidimê.
Piştî demekê yek derxistine huzûra padîşê. Padîşê jê pirsî ye:
-Ez dixwazim tu pisikekê wek garsonekî fêrî serwîskirinê bikî. Dibê pisik bi tepsiyekê serwîs bike. Ji bo karekî wiha ji te ra çiqas wext lazim e?
Mêrik gotiye:
-Ji min ra şeş meh lazim in. Di şeş mehan da ez kanim pisikekê fêr vî karî bikim.
Piştî şeş mehan mêrik derxistine huzûra padîşê.
Padîşê gotiye:
-Te fêr kir?
Mêrik goiye:
-Belê, min fêr kir paşayê min.
Erkanê qesrê top bûne, pisikê tepsî di dest da dest bi serwîsê kiriye. Gava tam hatiye ber wezîr, padîşê dîsa ji wezîr pirsîye:
-Perwerde muhîm e ya jî qerekter?
-Wezîr, berî bersîva padîşê bide, mişkê ji bêrîka xwe derxistiye û bera erdê daye. Çer çavê pisikê bi mişk ketiye, di cî da tepsî avêtiye daye dû mişk.
Wezîr bersîf daye:
-Qerekter muhîm e ez xulam...
Gelek însan di qerekterê pisikê da ne. Gava çavên wan bi ”mişk” dikeve, gava fersendê dibînin dev ji hemû berpirsiyarîyên xwe yên netewî berdidin û didin dû nêçîra xwe.
Ji bo kesê xwedî şexsîyet qerekter pir muhîm e, lê ji bo kesê bêşexsiyet ya muhîm meqam û berjewendî ye.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE