12 maj 2017

Her tişt, heta umir jî nîsbî ye


Wê rojê li derekê ez rastî du dostan hatim, ji zû da bû me hevdu nedîtibû. Yekî got keko weleh tu pir ketiye.
Yanî ez pir kal bûme.
Haya dil û meju ji kalîtiya min tuneye,
lê miheqeq para rastiyê di gotina camêr da heye.
Lê ev jî heye,
her tişt, heta bigihîje umir(temen)jî nisbî, îzafî ye.
Ya muhîm meriv bi kê ra miqayese dike.
Ji der ve, fizîkî ez kal xuya bikim jî bi xwedê ez xwe qet kal mal his makim.
Di serê min da hîn pir fikir û projeyên netemam hene.
Hin hest, taqet û hêzên biyolojîk sist bûbin, ji qewet û pertav da ketibin jî, dilbijokîya dil hîn ya 50 sal berê ye,
baweriya bi dozê,
bi kurd û Kurdistanê hîn wek 40 sal berê,
hîn wek xwe maye
heta hinekî din jî xurt û qewîtir bûye…
Îcar kal bûbim çi ye,
kal nebûbim çi ye,
ya muhîm dil û meju ye.
Ew jî hîn li ser xwe ne,
hîn bi min ra xiyanet nekirine…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE