17 maj 2017

Heta Tirkiye mitefikê Daîşê be Emerîka ewê dev ji piştgiriya kurdan bernede

Piştî hevdîtina Erdogan ya bi Trump ra di medyaya tirk da şiroveyên pesin û şelafiyê li bin guhên hev dikevin. Hinek dibêjin Erdogan ”nuxte” danî û hinek jî dibêjin gotina dawî got.
Şiroveya herî xeş, kurdekî gotiye ”hemû mesele risimgirtinek” bû û ew jî bû.
Bi dîtina min jî zîdeyî girtna rismekî Erdogan li Washîngonê tiştek bi dest nexist. Ji xwe ne mikån e jî bi dest xe.
Çimkî li Sûriyê hêza Emerîka li dij e û pê ra şer dike, Tirkiye pê ra mitefik e û alîkariyê didê.
Li Sûriyê derdê Emerîka bi kurdan û PYDê ra tuneye, bi Daîşê ra ye, bi îdeolojîya Daîşê ya îslamî ra ye.
Lê derdê Tiriyê bi kurdan û PYDê ra ye. Tirkiye ne li dijî îktîdara Daîşê û dewleteke îslmî ye, ew li dijî kurda ye, li gorî Tirkiyê dibê kurd li Sûriyê nebin xwediyê mafekî herî biçûk jî.
Emerîka ne li dijî perçebûna Sûriyê ye, lê Tirkiye li dij e.
Emerîka dixwaze hêzên îslamî xurt nebin, nebin xwedî dsthilat, lê Tirkiye dixwaze Sûriye bibe dewleteke îslamî.
Ji bo Tirkiyê ya herî muhîm kurd nebin xwedî maf.
Siyaseta Emerîka ya Sûriyê ne ev e.
Lem ajî Emerîka û Tirkiye  di mesela Sûriyê da nikanin li hev bikin.


Erdogan ewê hîn gelek caran ”nuxtê” û ”vîrgulan/nabiran” deyne.
Ew çi bikin jî piştgiriya Emerîka bi kurdan ra ewê dom bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE