12 maj 2017

Hin kes dibêjin heger wexta min hebûya minê filan kar bikira

Carnan meriv dibihîze hin kes dibêjin, efendim ez dixwazim filan karê han bikim, lê belê wexta min tuneye.
Ev ne rast e. Xîlafî heqîqet e, demagojî ye.
Wexta meriv ji bo karê meriv bixwaze bike her tim heye.
Mesele daxwaz e, daxwaz hebe wext jî heye.
Wexta min ji nivîsandinê ra her tim heye.
Bi şev heye, bi roj heye, bi wext heye, bêwext heye.
Kînga bixwazim wê çaxê dinivîsim.
Girêdayî daxwaz û fedekariya min e.
Ji rehetiya xwe, ji kêf û zewq û mijûliyên xwe yên din kêm dikim û wextê ji nivîsandinê ra dibînim.
Yanî meriv bixwaze dibe.
Tiştê meriv dike kane kêm be ya jî zêde be, kana baş be ya jî xerab be. Ew tiştekî din e.
Lê ji bo karê meriv bixwaze ”wext”. Zeman her tim heye…

XXX


-Tiştê însên çeleng û bedew dike ne bedewiya wî ye, şexsiyeta wî ye.

XXX
Heger jiyan leymûnê dide te neqehere, bêhîvî nebe, jê şerbeteke leymûnê(leymûnatê) çêke... 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE