31 maj 2017

Hûn rojiya xwe bigrin û herin cinetê, bihêlin bira hinek jî herin dojehê…



Hela hûn bala xwe bidin vê zorbatiya hin dîndarên, hin musilmanên bêkultur û xwenezan. Ji bo ku ew rojiyê digrin dixwazin xwrin û vexwarinê li kesên din jî yasax bikin.
Di medyaya sosyal da ez rastî vê beyana Heyeta Fetwayê hatim:

”Gelo di meha remezanê da vekirîhîştina aşxaneyan caîz  e?
Di meha remezanê da hemû musilman mecbûrî(mukelefê)rojîgirtinê ne. Kesên ji ber sebebên cuda nikanin rojiyê bigrin dibê eşkere tiştekî nexwin û venexwin. Lema jî aşxaneyên û bufeyên dibin wesîleya vê yekê jî dibin şirîkên eynî gunehan.Yên di meha remezanê da guh nadin hesasiyetên me û bi roj aşxaneyan dixebitînin, dibê piştî remezanê em wan aşxaneyan boykot bikin û bi vî rengî nerazîbûna xwe nîşan bidin.”
(ÎTTÎHAD, Heyeta Fetwayê)


Ev kesên bêkultur û zorba ji ber ku ew rojiyê digrin dixwazin hemû kesên rojiyê nagrin, yên nikanin bigrin, yên ne musilman û bawermend in, xerîb û turîstan jî birçî bihêlin.
Însanên nesîbê xwe ji demokrasiyê negirtibe wiha ne.
Tu ferqa vê dîtinê ji terorîstên Daîşê tuneye.
Qatil û terorîstên Daîçê jî li ser anvê dîn û îmanê û wekîltiya Xwedê her kesî mecbûrî qebûlkirina îdeolojî û şiklê jiyana xwe dikin.
Ji dêlî ku li kesên rojiyê nagrin bifikirin, ji bo ku li bajaran kesên bêrojî birçî nemînin tedbîran bigrin, gefê li xwediyên mekanên vekirî dixwin, wan bi boykotê tehdîd dikin.
Yaho ma hûn wekîlê xelkê ne, çi ji we ra kî rojiyê digre ya jî nagre?
Belkî hinek dixwazin herin dojehê/cehnimê û behiştê/cinetê ji we musilman û dîndaran tenê ra bihêlin.
Hûn rojiya xwe bigrin û bela xwe di kesên nagrin nedin. Xelkê terorîze nekin. Ez zorbatî ye.
Ev ne tu hawe û ne tu exlaq e...
Ev bêkulturî û bêpariya ji medeniyetê ye.
Mihî bi nigê xwe, bizin bi nigê xwe ve bi darde dibe, her kes mesûlê xwe, gunehê kesên rojiyê nagrin, gunehê kesên bênemaz ji we nayê pirsîn.
Hûn rojiya xwe bigrin, nimêja xwe bikin û hemû şertên îslamê û îmanê bi cî bînin û herin behişta xwe.
Bihêlin bira hinek jî herin dojehê/cehnimê.
Ma dojeh ji bo çi heye?
Xwedê hewqas mesref li dojehê kiriye, bi hezaran sîtil û kergeyên tije qîr û qitranê daye ser êgir, bi tonan êzing û ardû lê mesref dibe.
Bi sedhezaran zebanî li wir dixebitin, bi çar çavan li bende mîvanên xwe ne.
Ma bira kes neçe dojehê?
Dema her kes here behiştê dojehê vala bimîne.
Heger dojeh ewê vala bimîne, heger hûnê nehêlin kes li vê dinayê gunehekî bike, wê demê hebûna dojehê ji bo çi ye?
Qey tenê ji bo propagendê û tirsandinê heye?
Qey Xwedê ji bo lazimeyekê çêkiriye.
Ji bo hinek herin wir jî…
Heyran, madem ”behişt” û dojeh” hene, ji kerema xwe ra bihêlin kî dixwaze her ku bira herê, xelkê mecbûrî çûna behiştê/cinetê nekin…
Belkî hinek naxwazin herin behiştê….
Ma hûn bel ana yaho?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE