11 maj 2017

Ji bo Erdogan ev ne xebereke xêrê ye

Weleh di heqê birêz Erdogan da xeberên pir xeternas/tahlûke belav dibin.
Xwedê teala meriv ji bêtarên giran û ji qeza û belayên nedîtî bisitirîne !
Michael Rubinê rojnamevanê emerîkî gotiye dema Erdogan here Emerîka dibe ku îşek were serê wî û nikanibe vegere.
Michael Rubin rojnamevanekî guhqul e yanî haya wî ji gelek tiştên kes pê nizane heye.
Wer xuya ye camêr tişteke bihîstiye, hin xeberên tahlûke bi ber guhê wî yê qul ketine...
Michael Rubin rojnamevanekî pir nêzî Pentagonê ye, hinek wî wek rojnamevanekî ”dewleta kûr” bi nav dikin.
Yanî tiştên Michael Rubin li ser siyaseta Qesra Spîpî dibêje ne vala û şorên li ser tenûran in, cidî ne.
Çimkî camêr xwedî înformasyon e, lema jî xelk guh dide gotin û îdîayên Michael Rubin.
A vî Michael Rubinî di twîtta xwe da li ser rêwîtiya Erdogan ya Emerîkayê gotiye:
”Nuha derketina Erdogan ji Tirkyê gelo kane bi rîsk be? Gelo îhtîmal heye venegere?”
Ez bawer nakim ev Michael Rubinê guhqul henek kiribe, diyar e ji derekê bînek girtiye.
Gelo bi vê gotionê qesta Michael Rubin çi ye, çima Erdogan ewê nikanibe vegere?
Di medyaya sosyal da tirk dibêjin bi vê gotinê Michael Rubin dibêje li hemberî Erdogan kane darbeyek duyem çê bibe.
Îhtîmala din jî kane li Emerîka tiştek were serî.
Bi baweriya min îhtîmala darbeyek din nuha ne aktuel e, muxalifên wî yên di nava artêşê/ordiyê da hîn xwe topoî ser hev nekirine.
Lê li Emerîka kane ”îşek” were serî mikûn e.
Ew îş jî bûyera Reza Zerrab e.
Yanî bi vê twîttê qesta Michael Rubi îhtîmala Erdogan ya girtinê ye.
Li gorî qanûnên Emerîka îmkaneke wiha heye ya na ez nizanim.
Gelo Qesra Spî ewê destûrê bide tiştekî wiha?
Ez bawer nakim li Emerîka tiştek pê were, lê çi be jî ev gotina Michael Rubin nîşan dide Erdogan merivekî bi sabiqe ye, her tim kane îşek were serê wî…
Ev jî besî wî ye.
Xwedê zane nuha piştî vê twîtta Michael Rubin çiqasî tirsiya ye. Nuha ji tirsa xewa şevan nakeve çacên wî…
Hemû dîktator di nava tirs û xofê da dijîn, zulm, zalimî rehetiyê nade meriv, tirsa kuştinê wek siya meriv, wek Ezraîl tim li pey meriv e…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE