19 maj 2017

Kurd mezlûm in lê belê bi qasî ku bibin dijminê Emerîka ne ehmeq in

Îbrahîm Xelîl Baran întelektuel û siyasetmedarekî dost û dijminê xwe pir baş ji digerîne, tu carî dost û dijnên gelê xwe tevhev nake. Xwedî şiûr û asoyekî netewî û mantixekî pir saxlem e.
Li ser rexneyên hevkariya Emrîka û kurdan gotiye:
”Efendim ji bo dîzayn û terbiyekirina herêmê Emerîka kurdan bi kar tîne. Ma bira bi kar neyne?
Ma li herêmê yek kurdekî memnûn heye?,
Li Îrana di navê wê da îslam derbas dibe, di ala wê da navê Xwedê dinivîse rojê 40 kurd tên bi dardekirin.
Kurd mezlûm in lê belê bi qasî ku bibin dijminê Emerîka ne ehmeq in.
Tu dibêjî belkî hemû dewletên îslamî ji bo mafê kurdan bidin ketine dorê, yên me neecibandine û çûne bûne mitefikê Emerîkayê.
Teew…?
Îbrahîm Xelîl pir rast gotiye, dijminê me ne Emerîka ye, Îran e, Tirkiye ye, Îraq û Sûrîye ye.
Yê welatê me dagir kiriye ne Emerîka ye, Tirkiye, Îran, Sûriye û Îraq e.
Yên serê mej ê dikin, dest davêjin namûsa me, keç û jinên kurd ji xwe ra dikin kole û li bazaran difroşin ne emerîkî ne, ereb û tirk in.
Yên zindanên xwe tije kurd kurd kirine ne Emerîka ye, Îran û Tirkîye ye.
Balafirên her roj bi tonan bombeyên jahrî bi ser serê zarokên me yên di şikeftan da xwe veşartine dibarînin ne yên emerîkî, yên tirk in.
De îcar çima emê bibin dijminê Emerîka?
Em di bin destê kê da ne, kê welatê me îşxal kiriye neyarê me ew in.. Em van neyaran baş nas dikin û em ne motajê aqilê kesî ne…
Not:
Nivîs bi tirkî bû, min kir kurdî. Belkî çend kurdên tirkînezan jî bixwînin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE