07 maj 2017

Kurd û Emerîka êdî mitefikên stratejîk in



Hinek dibêjin bawerî bi Emerîka nayê, ewê PYDê û kurdên rojava jî bifroşe.
Helbet wek teorîk bextê dewltan tuneye, her tişt mimkîn e, Emerîka bixwze kane wek şoreşa kurdên başûr firot, bi kurdên rojava ra jî bêbextiyê bke.
Lê belê ez dibêjim ewê neke,
Ev hevaltiya Emerîka îro bi PYDê û kurdên rojava ra dike hevaltiyeke, mitefîkiyeke domdirêj û stratejîk xuya dike.
Li gel hewqas dijayetî û muxalefeta Tirkiyê alîkariyeke hewqasî mezin ya bi PYDê ra ne îşê henekan e.
 Ya din jî ji bo Emerîka li herêmê hêzeke, mitefikekî ji kurdan baştir û saxlemtir tuneye.
Emerîka di şerê Îraqê û Sûriyê da bi tecrûbe dît Tirkiye ebeden nabe mitefikê Emerîka yê stratejîk.
Çimkî Tirkiye dixwaze li herêmê rola Emerîka bilîze, ji pastayê para mezin ya wê be.
Îran nuha qet nabe mitefikê Emerîka, çimkî îro di warê îdeolojîk û siyasî da pir dûrî hev in.
Lem jî li herêmê hêza herî saxlem û pêwar kurd in.
Ji ber van sebeban Emerîka ewê piştgiriya xwe ya bi kurdan ra, ya bi PYDê û kurdên başûr ra bidomîne û xurttir bike.
Tirkan qirêiya xwe li ba Emerîka şikandin, êdî kurd mitefikê Emerîka yê stratejîk in.
Di rojên pêş da ewê xêra vê hevkariyê bigihîje me kurdên bakur jî...

XXX


Tirkiye bûye wek dîwarekî terk lêkeve, bûye pang, li ber hulşandinê ye.
Lê kesê lextekê bidê û hulşîne tuneye.
Bi heramzadeyekî wek Kiliçdaroglu heftê û heft sal jî herin nikanin zora Erdogan bibin.
Esas yê îro Erdogan li ser hukim dihêle Kiliçdaroglu ye û het ew serokê CHPê be Erdogan her car ewê qezenc bike...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE