12 maj 2017

Li ser kurdî min îro ”bela” xwe di du kurdan da


Ez carnan kurdên kurdînezan jî rexne dikim, dixwazim ew jî hewil bidin û pir hindik zimanê qewmê xwe fêr bibin.
Lê helbet fêrbûna zimanekî ji bo her kesî ne rehet e. Ez ji wan gazin û loman dikim, lê derdê wan jî fêm dikim.
Lê hin kes hene kurdiya wan pir baş e, qelema wan jî xurt e, lê dîsa jî bi tirkî û bi erebî dinivîsin.
Heta van demên dawî min nizanîbû hewqas kurdên rojava bi erebî dinivîsin, min digot belkî yên bi erebî dinivîsin çend kes in.
Lê dû ra fêr bûm ne wek ez texmîn dikim, ew ji kurdên Kurdistana bakur ne kîmtir in. Evîndarên erebî di nava wan da jî pir in.
Ya din ez wan bi nivîsên wan yên kurdî nas dikim, dû ra ez fêr bûm, gelekên wan bi qasî kurdî, heta ji kurdî bêtir bi erebî jî dinivîsin. Yanî herdu aliyan jî îdare dikin, mêrikan ne xwe ji dêrê qut dikin û ne jî ji mizgeftê.
Îro jî min du kurdên kurdiya wan pir baş, lê yek bi erebî û yek jî bi tirkî dinivîse rexne kir.
Yanî min bela xwe di wan da.
Ji van kurdan yek kekê Salihê Bozan e û yê din jî kekê Alî Alptekîn e. Ez nivîsên nabêna  me li jêr diweşînim.

Zinarê Xamo 
Kekê Salih tu çima bi erebî dinivîse?
Tu merivekî zana yî û kurdiya te jî pir baş e û tu bi tîpên latînî jî xweş dinivîse.
Gava tu bi erebî dinivîse tu him xizmetê ji erebî re dikî û him jî kurdan asîmîle dikî.
Lê heger tu bi kurdî, bi tîpên latînî binivîse hema hema hemû kurd kanin nivîsên te bixwînin û feydeyê jê bigrin.
Lê gava tu bi erebî dinivîse tenê kurdên erbîzan kanin bixwînin.
Heger kurdên erebîzan yanî kurdên Kurdistana Sûriyê û Îraqê bi erebî, yên Îranê bi farisî û yên Tirkiyê jî bi tirkî binivîsin, baş e kî ewê bi kurdî binivîse?

Salih Bozan
Bi Xwedê tu rast dibêjî mamusta. Kurdên me jî weke Kurdên we bi kurdî naxûnin, Ji berku ez li ser siyasetê dinivîsim, dixwasim Kurdên me yên Suriyê bixwînin. Rewşa me Kurdan li Syriyê gellek girînge hîro. Kurd li vir di tekoşîneke dijwar de ne. Lê dîsa di warê wêje û kultûrê de ez zêdetirîn bi kurdî dinivîsim. Rexneya te li ser çavên min mamustayê hêja.

Zinarê Xamo
Siyaset, kultur ferq nake, gerek tu bi erebî û ez jî bi tirkî nenivîsînin. Dawiya sebeb û hincetan nayê.
Helbet her kes mesûlê xwe ye, mîhî bi nigê, bizin bi nigê ve xwe bi darda dibe, lê raya min ev e.

Salih Bozan
Tu rast dibêjî mamusta. Tu yek ji nivîskarên me yên kurdî ku tim bi kurdî dinivîse. Gerek em te ji xwe re nimûne bibin.

Salih Bozan
Ez ê vî postî xwe niha wegerînim kurdî, ji ber ku ez gellek rêza xwe ji cenabê te re digirim.

Zinarê Xamo
Tu camêr î. Spas ji bo qedirzaniya te.
Lê bi dîtina min dibê meriv siyasî bifikire, bi xêra vî zimanî û vê edebiyatê em heta nuha mane û nebûne ereb, tirk û faris.

Birayê Elî Alptekîn, şiîrên te pir xweş in, taswîr û metaforên xweş tê da hene, lê bi tikî ne.
Wezîfa şairekî kurd ya ferdî û netewî bi kurdî binivîse, ji ziman û edebiyata gelê xwe ra xizmetê bike, ne ji ya tirkî ra.
Tu kurd î û bi kurdî zanî, bi kurdî binivîse, xortên kurdan netahmijîne tirkî û edebiayata tirkî.
Heger kurdiya te zeîf e xwe fêr bike, giraniyê bide xwendina kurdî.
Tirk ne motajê şiîrên te ne, bi sedan nivîskar û şairên tirk hene.
Kurd motajê şiîr û nivîskarên kurd in.
Li alîkî dewlet, li alîkî kurd bi xwe kurdan asîmîle dikin.
Heger tu wek kurd bi kurdî nenivîse, ma kê binivîse?

Ali Alptekin
Ez mame di neqeba Xelîl û Celîl de....

Bi Kurdî dinivîsim, Kurdînezan kirasê xwe diçirînin û dibên:
"Çima oxlim, ma biz Arap Eyşonun qiçindan mi düşmüşüz. Ma bizim suçumuz mu Kurdçe bilmemek. Turkçe yaz ki biz de anliyax, bizi kerametinden mahrum etme Begim" filan û fîstan.
”Çima lawo, ma em ji qûna Eyşoka ereb da ketine. Ma kurdînezanîn sûcê me ye? Bi tirkî binivîse ji bo ku em jî fêm bikin. Me ji kerameta xwe bêpar nehêle begê min.” (min ji tirkî tercume kir. Z.X)

Bi Tirkî dinivîsim, tirkînezan porê serê xwe hildiçinin û dibên:

"Hêdî hêdî Begooooo! Law ma tu û Tirkî oxlim? Ma bavê te Tirk bû, kalkê te Tirk bû ku tu bi Tirkî dinivîsî cîgerim" û min didin ber lotik û zîtirkan.

Ê ez çi bikim babam?
Ma ez ji kerbê we re di qurmik de jêkim lo?

Zinarê Xamo
Heger ew pir kurd bin ewê bi kurdî fêr bibin.
Heger em pir jêhatî bin emê wan fërî kurdî bikin.
Lê ebeden dibê meriv neçe ser dînê wan, ew ji rê derketine, gerek em jî ji rê dernekevin.
Dev ji wan berde, riya xerab bi ber te dixin.
Kurdiya te pir mikemel e, ya edîban e, bêqusûr e. Dev ji tirkî berde û xwe bide kurdî, em motajê berhemên te ne.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE