27 maj 2017

Li ser rojîgirtinê û bêtehamuliya bawermendan

Îro roje pêşî ya rojiyê ye.
Ji ber ku di nivîsa xwe ya berî viya da min nîşan daye ez ne bi rojî me û min gotiye ez qahwê vedixwim, hin dos û heval aciz bûne û fena ku bibêjin min li hemberî kesên rojiyê digrin bêhurmetî kiriye.


Gelî dost û hevalan, ez merivekî ne bawermend im, nimêjê nakim û rojiyê nagrim û rast nabînim vê baweriya xwe  jî veşêrim.
Ez bi xwe veşartina baweriya xwe, fikir û dîtina xwe wek bêexlaqiyê dibînim. Ez rojiyê nagrim û viya jî venaşîrim.
Çimkî baweriya min bi tiştên wiha tuneye.
Lê belê kesê bawer mend û dîndar nimêja xwe dike û rojiya xwe digre.
Hurmeta min ji baweriya wan ra heye.
Û ji ber ku hin kes rojiyê digrin ez xwe ji kesî naqeherînim û nabêjim rojiyê negrin.
Dost û hevalên rojiyê digrin jî dibê azarê nedin kesê rojiyê nagrin û xwe ji wan nexeyidînin û ji wan veşartina baweriya wan nexwazin.
Ev ne dxwazeke rast e, ne demokrasî ye.
Baweriya bi Xwedê, îbadet tiştekî şexsî ye, tiştê meriv pê bawer dike dibê meriv li ser kesên din jî ferz neke.
Gava meriv ev ferzkirin  ji xwe ra wek heqekî dît, hinekên din jî kanin fikir û baweriyên xwe li ser meriv ferz bikin.
Wê demê dibê em ji zorbatîya dewleta tirk jî gazinan nekin, ew jî dixwazin em kurd wek wan bifikirin û wek wan bijîn.
Ewrûpî ne musilman in, nimêjê nakin û rojiyê nagrin,  lê ji muslimanan ra jî nabêjin nimêjê nekin û rojiyê negrin.
Ewrûpî tu carî mudaxeleyî bawerî û înteresên însanan yên şexsî nakin.
Dibê em kurd xwe fêrî demokrasiyê bikin û mudaxeleyî jiyana însanan nekin, fikir û baweriya xwe li ser xelkê ferz nekin.
Li Pakîstanê kesên rojiyê nagirn li orta bajêr dihingêvin, ço dikin.
Ma ev însaniyet e?
Ferzkirina baweriya xwe li ser însanan tenê li ba musilmanan heye, dixwazin her kesî, hemû dinyayê bikin wek xwe.
Çimkî li gorî îdeolojî û felsefeya îslamê, îslam dînê dawî, Quran kitêba dawî û Hz. Muhemed jî Pêxemberê dawî ye.
Bêyî îslamê hemû dîn, hemû îdeolojî û bawerî şaş in, cahnimî ne û dibê ya bi rehetî ya jî  bi zor ji ortê werin rakirin û her kes bibe musilman.
Musilmanbûn jî têrê nake, dibê meriv li gorî şertên îslamê jî bijî.
A ji ber vê felsefê û îdeolojiyê îslamê ye kesên rojiyê digrin heq li ba xwe dibînin yên nagrin rexne bikin û heta li hin welatan bi daran bihingêvin, ço bikin…
Netîce dibê dost û hevalên bawermend û yên rojiyê digrin bizanin hemû kurd ne nawermend û dîndar  in, kurdên çep, komunîst, ataîst, êzdî, elewî hene. Û vanan rojiyê nagrin.
Ma ji bo ku hin kurd rojiyê digrin gere meriv di meha remezanê da qala xwrin û vexwarinê neke?
Daxwazeke wiha ne rast e û dîktatorî ye.
Wek min got, hurmeta min ji kesên rojiyê digrin, ji dost û hevalên bawermend ra heye û ez tu carî ji kesî ra nabêjim nimêjê neke, rojiyê negre û wek min bijî...
Dibê hevalên bawermend û yên rojiyê digrin jî vê xweşbîniyê nîşan bidin û midaxeleyî jiyana însanan nekin û negirtina rojiyê ji xelkê ra wek şermekê, wek kêmasiyekê, wek bêkulturiyekê nebînin…

XXX
Germa Kurdistanê îro hat Stockholmê
27 maj 2017

Îro li Stockholma xopan germeke Kurdistanê heye, 24° derece germ e.
Ez û xanim nuh ji gera xwe ya sibê hatin.
Me li dora gola xwe û di nava daristanê da saet û nîvekê piyase kir.
Em ji gera xwe nuh gihîştin mal.
Min wek her tim qahweyeke kurdî da ser. Xanim jî li hewşê cî hazir dike.
Hewşa me aliyê bakur nuha sî û pi honik e.
Me perda xwe jî vegirtiye, bakî kur yê honik tê.
Meriv dixwaze di bin vê siyê da û li ber vî bayê honik wek pitikekî ziktêr bêxem rakeve.
Wa ye qahwa min hazir e, xanim ban min dike, dibê ez herim qahweyeke kurdî bi ser xwe da kim û bîstekê westa xwe bigrim.
De bi xatirê we…



2 kommentarer:

  1. Xalo, bi taybeti di dema Erdogande islamizm pir pesh ket ku weha here Tirkiye u bakure Kurdistane de pishti cend salan bibe weka Siudiye.

    SvaraRadera

PARVE BIKE