08 maj 2017

Min pir dixwest vî xortê dildar nas bikim...



Muhemed Gozuto gotiye, ”Wê rojê di facebookê de min dît. Xortekî ji evîndara xwe re wiha gotibû: Ne tu Kurmancî yî, ne jî ez Zinarê Xamo me :)”
Errrrik !
Min pir dixwest vî xortê dildar nas bikim.
Min nizanîbû bi qasî ku bibim metaforên evîndaran meşhûr bûme.
Pir kêfxweş bûm, pişika min nepixî…
Di taliya umrê min da Xwedê daye min.
Ked û xebata min ya 40 salî nebû keda bersîs û bi avê da neçû, kêm bin jî lê wa ye hinên qedir û qîmetê didin kurdî û xizmetkarên kurdî peyda bûne.
Piştî Xwedê da min ewê bide kurdan jî.
Çimkî Malava em herdu jî ji bîr kirine.
Ji xwe heqê me ye, dibê êdî kabê me jî mîr bîne.
Bindestiya me ya heta nuha zulm e, neheqî ye.
Ma meriv ereban dike xwediyê 22 dewltan û 50 milyon kurd jî bêdewlet dihêle?
Ma meriv miletekî wek tirkan nîjadperest, faşîst û ji hemû nirx û exlaqên însaniyetê bêpar dike xwedî dewlet û neviyên Selahedînê Eyûbî, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Melayê Batê û Qazî Mihemed jî dixe bindestê wan?
Ma ev edalet e?
Ez vê neheqiyê, bêedaletiyê bi şîdet prtesto dikim !
Lê wa ye hêdî hêdî kurd êdî ji zimanê xwe hez dikin, êdî qedir didin kedkar û xizmetkarên kurdî, ev jî elametekî xêrê ye...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE