19 maj 2017

Mixabin Newşirwan Mistefa jî ji vê gerdûnê koç kir

Xebereke reş, Newşîrwan Mistefa wefat kir !
Mixabin serokê Tevgera Goran, welatparêzê bi nav û deng û xwediyê qelemeke xurt Newşîrwan Mistefa îro xatir ji malbat, dost û hezkiriyên xwe xwest û di 73 saliya xwe da çû rahmetê.
Bira serê gelê kurd, dost û havalên wî yên têkoşînê û zarokên wî sax be.
Newşîrvan Mistefa yek ji damezrînerên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê(YNKê) yê herî girîng bû.
Ew heta sala 2006a cîgirê serokê YNKê Celal Talabanî bû. Meriv kane bibêje heta ew di nava YNKê da bû, ew milê Mam Cela yê rastê bû.
Newşîrvan Mistefa di sala 2006a da ji YNKê veqetiya û şîrketeke bi navê ”Wûşe” yanî peyv damezirand.
Dû ra di sala 2009a da tevgera Goran ava kir û ket hilbijartinên parlamentoyê û li Kuristanê bû hêza, partiya duyem.
Newşêrwan Mistefa bi têkoşîn û berhemên xwe di tarîxa Kurdistanê ya nêz da şexsiyetekî mezin e, ji bo azadiya gelê xwe û serxwebûna Kurdistanê gelek tişt kirine û bûye qehreman û şahidê gelek bûyer û liberxwedanan.
Tarîx ewê viya binivîse.
Heger li Kurdistana başûr du siyasetmedar û serokên navê wan paqij mabin û di gendeliyê, di diziyê negeriya bin hebin, yek jê Newşîrwan Mistefa ye. Li başûr serokê navê wî di gendeliyê negeriya be hema hema tuneye. Lê Newşîrwan Mistefa di warê gendeliyê da qet leke nanî ser navê xwe. Di vî warî da wî navekî paqij li dû xwe hîşt.  
Newşîrvan Mistefa yek ji wan siyasetmedar û serokên kurd e di ber siyasetê ra nivîskarî jî dikir û him jî xwedî qelemeke pir xurt bû.
Li ser dîroka kurdan û tevgera kurd ya siyasî, edebiyatê û di gelek warên din da gelek berhemên hêja nivîsîne.
Ji van berheman hinek bi navê wî ne û hinek jî bi navên mahlas(mustear) yanî nasnav, navê ne rast in.
Newşîrvan Mistefa demeke dûr bû bi nexwesiya penceşêrê(kasêrê)ketibû û li Londonê tedawî dibû. Çendakî berê vegeriya Kurdistanê, welatê xwe yê jê pir hez dikir û li ser her buhostek erdê wî bi salan pêşmergetî kiribû.
Nexwest li xerîbiyê wefat bike, xwest li Silêmaniya zaroktiya wî lê derbas bûbû û jê gelkï hez dikir, di nava gelê xwe da çavên xwe bigre û xatir ji vê dinya ronak bixwaze.
Demek berî nuha, di 17ê adarê da  xanima wî Şûle Elî î çû rahmetê.
Newşîrvan Mista bavê du lawan, Naîm û Çiya û keçeke bi navjê Çira ye.
Gorra wî behişt be, serê gelê kurd sax be...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE