07 maj 2017

Sebebê zulm û terora dewleta tirk li Kurdistanê dimeşîne



Hin kes li Kurdistanê sebebê teror û zorbatiya dewletê û zêdebûna hêza wê ya leşkerî bi hebûna PKKê û bi şerê çekdarîve girê didin.
Na ev ne rast e.
Li Kurdistanê sebebê zorbatiya dewletê û zêdebûna hêza wê ya leşkerî ne PKK ye, xurtbûna tevgera kurd ya netewî û daxwaza kurdan ya azadiyê ye.
Ji ber kurd hin mafan dixwazin dewlet vê zulmê dike.
Bi şiyarbûna kurdan û xurtbûna tevgera kurd ya netewî ra dewlet jî li Kurdistnê hêzên xwe zêde dike û terora xwe jî berfirehtir û pêşdatir dibe.
Heger kurd doza tu mafên netewî nekin û ala spî hil din û tirkbûnê qebûl bikin bêguman dewletê jî li ciyê rehetî li hustuyê wan siyar nebe. Û civatê trorîze neke.
Yanî heger em tiştekî nexwazin, wek dewlet dibêje biaqil û rehet bin û hêdî hêdî bibin tirk, helbet wê demê hewletê jî li hemberî me hinekî naziktir be.


Hin kurd fêr bûne şiyarbûna kurdan, xurtbûna hestên netewî di nava kurdan da tim bi partiyekê tenê ve girê bidin, bikin malê partiyekê tenê.
Ev ne rast e.
Îro hêza herî xurt PKK ye, ked û xebeta PKKê, bedelên PKKê dane ji yên her kesî, ji yên her partî û hêzên din pirtir e, ev rast e.
Lê di şiyarbûna miletê kurd da keda her kes û hêza welatparêz heye. PKK bi xwe berhema wê xebat û tevgera netewî ye.
Kî kane keda Mehdî Zana, Îsmaîl Beşîkçî, Necmedîn Buyukkaya, Wedad Aydin, Mûsa Anter û bi sedan kes û şehîdên wek wan înakr bike û her tiştî bike ked û malê PKKê?
Heger bike jî şaş e, nihîlûzim e.
Kurd berî PKKê jî xebitîn, bedelên mezin dan û bi PKKê ra jî micadele dan û hatin nuxteya îro. Û îro jî her kes li gorî hêz û qewta xwe micadele dike.
Yanî rewşa îro ne mîrata bavê tu kesî û tu hêzê bi tenê ye, ked û xwîna gelek kesî û gelek hêzan tê da heye.
Ez li hemberî îşxala Kuristanê qala şiyarbûna miletê kurd dikim, qala tevgera azadîxwaz û antî kolonyakîst dikim.
Di nava vê tevgerê da gelek kes û hêz hene, hinek xurt in, xwedî hêzên mezin in û hinek jî zeîf in. Lê derî PKKê jî gelek kes û hêz hene.--

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE