20 maj 2017

Şîneke tam layiqî serok û gernasekî bû

Saet di 13.00 da şîna Newşîrwan Mistefa ye.
Min haziriya xwe kir, dikim bi rê kevim.
Ji şansê min yê xerab ra şîn dîsa li dereke dûr e.
Ez li başûrê Stockholmê dimînim û ciyê şînê jî li bakurê Stockholmê ye.
Lê ew fîzanê be jî, bi peyatî be jî ezê herim.
Newşîrwan Mistefa li gel hin şaşîyên xwe jî lîderekî kurd yê canfîda, xebatkar û bi bandor bû.
Di xebat û têkoşîna miletê kurd ya azadî û serxwebûnê ya van 50-60 salên dawî da xizmet û roleke wî ya mezin heye.
Tim di sengera pêşî da bû û ji Mam Celal bikeve yê herî xwedî giranî bû.
Siyasetmedarekî xwedî qelem, piralî û xwedî bandor bû.
Gava meriv li micadela kurdan ya azadîxwaz ya van 50-60 salên dawî dinêre kadir û serokên wek Newşîrwan Mistefa pir kêm in.
Li Kurdistana başûr Newşîrwan Mistefa serokê navê wî qet di gendeliyê û diyê û rişwet û bertîla û diziyê negeriya, di vî warî da ew siysetmedar û swerokê herî paqij e.
Ez vî kurdperwerê hêja bi hurmeteke mezin bibîr tîni,
Newşîrwan Mistefa ewê tim di dilê me da bijî...
Bira serê gelê kurd, dost, heval û hezkiriyên wî sax be...
Ev 37 sal in ez li Swêd im, heta nuha min tu şîn û şahiyeke kurdan da hewqa qerebalix nedît, bi sedan însan hatibûn, qoreke radibû, qorek rûdinişt, qelebalixeke pir zêde hebû, salon tim tije bû,
Vê jî nîşan dida Neşîrwan Mistefa di nava kurdan da dihat hezkirin. Çimkî ew li dijî gendeliyê bû, civateke azad û demokratîk dixwest.
Şîneke bi ser û ber bû, bi nîzam û întîzam bû, bi muzîka xwe, bi axaftinên li ser micadele û şexsiyeta Newşîrwan Mistefa şîneke pir bi dûzan bû. Şîneke tam layiqî serokekî hêja, ronakbîrekî mezin û gernasekî kurd bû...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE