08 maj 2017

Tiştê kurdan di 25 salan da nekirin Emerîka dike bi zor bi wan bide kirin

Kurdan bi xwe artêşa xwe ava nekirin, Emerîka dike bi zor bi wan bide ava kirin


Ev 25 sal in PDKê û YNKê hêzên pêşmergeyên xwe nekirin yek û artêşek netewî ava nekirin.
Bi qasî xuya dike tiştê kurdan di çarîkê sedsalekê da nekirin, Emerîka, Brîtanya û Almanya dikin bi zor bi kurdan bidin kirin.
Yanî Emerîka û Ewrûpa dikin ji kurdên başûr ra aratêşeke(ordiyeke) netewî ava bikin.
Û bi vî hawî ji kurdan ra bingehê dewleteke netewî deynin.
Pisporên leşkerî yên Emerîka, Brîtanya û Almanyayê ji bo kurd bibin xwedî hêzeke leşkerî ya profesyonel bi hev ra planek amade kirine û pêşkêşî kurdan kirine.
 Di pêşniyarê da 35 made hene.
Berdevkê wezîrê pêşmergeyan general Hejar Îsmaîl ji Rûdawê ra gotiye, projeya ji alî Emerîka, Brîtanya û Almanyayê ve hatiye hazirkirin hefta pêşî ewê di civîna wezîran da were gotûbêjkirin.
Ev 18 meh in nifte li deriyê Parlamentoya Kurdistanê hatiye xistin, parlamento kom nebûye.
Îhtîma heye di demek nêz da ev gelş jî were çareserkirin û parlamento jî bicive û dest bi kar û xebatên xwe bike.
Cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê Dr. Cefer Îbrahîm gotiye, ji bo aktîfkirina parlamentoyê hewldanên cidî hene, belkî di nava mehekê da parlamento were çalakkirin.
 Bi qasî xuya dike çalakkrina parlametnoyê û yekkirina hêzên pêşmerge pakêteke mişterek ya Emerîka, Brîtanya û Almanyayê ye. Hêvî dikim ev hewildan bi ser keve.
Heger zor û zixtek ji derve tunebe kurd bixwe li hev nakin. Ev yek di nav 25 salên borî da îspat bû.
Di van 25 salên borî da ji dêlî kurd yekîtiya xwe çêkin, artêşeke netewî ava bikin, parlamentoyê xurt bikin, eksê wê kirin, bi hev ketin.
Lê nuha hêvî heye bi xêra Emerîka gelşên nabêna xwe çareser bikin, herin referandûmê û dû ra jî serxwebûnê îlan bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE