09 maj 2017

Trump guh neda Tirkiyê û biryara alîkariya bi YPGê ra îmze kir

Çavê we ronî be, Trump guh neda Tirkiyê û biryara alîkariya bi YPGê ra îmze kir
Li gorî xebera ajansa APê, Trump biryara alîkariya sîlehên giran bi PYDê ra tesdîq kiriye.
Yanî bi gotineke din Tirkiyê heb xwar, Emerîka ewê sîlehên herî giran bide şervanên qehreman yên YPGê.
Tirkiyê gelkî xwest vê alîkariyê bisekinîne, lê pûş kuta û Trump filiesekî xwe jî di rica û gefên Erdogan neda û got tercîha min kurd in.
Tirk êdî li dinyayê şerpeze bûne, heger xwe navêjin dexlê kurdan û uzrê xwe ji kurdan nexwazin çû ji wan da.
Rojava çawa kurd ji tirk û ereban ra avêtin erdê û kirin bindestê wan, wisa xuya dike nuha jî biryar dane kurdên li erdê rakin û piştgiriyê bidin Kurdistana serbxwe.
Ev alîkariya Emerîka bi YPGê ra di riya serxwebûna Kurdistanê da gaveke mezin e, tirkan fêm kiriye umrê wan hindik maye.
Roja Emerîka û Ewrûpa dest ji ber Tirkiyê bişînin bi Xwedê tirk nikanin çend salan jî li ber xwe bidin, ewê tar û mar bibin.
Rojên xweş û ronî li pêş me ne, tenê ji hundur mala me ra hinek dûzan lazim e, yekîtiya me ne temam e.
Ez dibêjim bi zora Emerîka û Xerbê ewê jî bibe….
Serketin ya me…

XXX
Nuha gava Erdogan vî rismî dibîne dilê wî dibêje "çizzzz" û şorik ji devî wî dihere, dibêje ma minê ev jî bidîta ?
Heger em biaqil bin ji me ra li hev hatiye.
Îro Erdogan nikane di rismekî wiha da xuya bike. Tiştê dibin pir mezin in. Kurdan Tirkiye nakawt kirine, li Ewrûpayê êdî kes rû nade wan.
Li Ewrûpa û li Emerîka îtîbara û girniya PYDê ji ya Tirkiyê û ya Salih Muslim jî ji ya Erdogan set qatî zêdetir e...
Serok PYDê Salih Muslim û serokê Fransa Hollande.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE