18 maj 2017

Welatê me pir xweş e lê dijmin li me kiriye zindan



Musta Çetîn kurdekî evîndarê welatê xwe ye, mala xwe, gundê xwe, çiyayên ji hewşa wî jê ve xuya dikin, coxrafya lê dimîne bi zimanekî şaîrane xweş taswîr kiriye.
Hawirdora xwe ewqasî xweş taswîr kiriye, meriv dixwaze hema berê xwe bide Bismil û gundê Kurdoglu.
Çetîn hawirdora xwe, ciyayên ji bexçê wî, ji hewşa wî jê ve xuya dikin wiha taswîr kiriye:

”Mala min li dereke bilind e. Tam li hember, li rojhilat qotê çiyayê Merto(Sason)yê berfîn xuya dike. Hinekî li çepê wî(li gorî min)çiyayên Silvîva, li bakurê rojhilat Hezro û li pişt wî çiyayên Qulpê xuya dikin. Tam li bakur Lice û li pişt wê jî çiyayên Çewlikê(Bîngolê) yên bi heybet û berfîn. Li başûr Batman û çiyayên Stewrê. Û ji pişt malê jî çiyayê Qerejdaxê xuya dike.
Deşt wek deryayeke hişin e.
Li vir û li wir çîçek û kulîlkên rengorengo xuya dikin…
Êdî sosin, nêrgiz, kirkor û kulîlkên wek wan tunene, lê dîsa jî têrê dike…
Û di ser da jî  gulên min yên sor, şîrikî, binefşî û zer…
Ez li dera dinyayê ya herî xweş dijîm….
Li WELATÊ xwe…”
Rast e welatê me xweş e.
Welatê meriv wek diya meriv e, diya meriv ne xweşika dinyayê be jî bi meriv xweş e, şîrîn e.
Çimkî diya meriv e…
Welat jî wisa ye.
Welatê meriv ji hemû welatan ne xweştir be jî dîsa bi meriv xweş e û şîrîn e.
çimkî welatê meriv e.
Weten şîrîn e.
Ne diya xelkê dibe diya meriv û ne jî welatê xelkê dibe welatê meriv.
Lê dewleta tirk, leşker û polîsên tirk welatê me li me kirine zindan, nahêlim em ji jiyana xwe, ji welatê tahm û lezetekê bigrin.
Nahêlin em li welatê xwe serbixwe û azad bijîn, kêf bikin, li gorî kêfa dilê xwe bigerin, bibînin.
Bi sedhezaran leşker, polîs û ajanên xwe xistine welatê me.
Li her qoziyeke welatê me qereqol û qişle çêkirine; bi sedan, bi hezaran çêkirine.
Der û herêm herî xweş bi darê zorê îşxal kirine.
Li nuxteyên herî bilind û herî stratejîk qereqolên xwe çêkirine.
Nahêlin em li welatê xwe serbest, azad û bi dilekî rehet bigrin.
Bi hebûna leşker û polîsnên xwe, bi ala xwe, bi terora xwe jiyan li me hemû kurdan, li zengîn û feqîrën me herimandine, kirina jahr.
Gava min wan rêzên jor yên Mustafa Çetîn xwend ji alîkî da dilê min bijiya gundê Kurdoglu, wê xwezayê û jiyana wî û xweşikiya Kurdistanê, min jî jiyaneke wer xeyal kir.
Lê li alî din jî îşxala welatê min, hebûna leşker û polîsên tirk û terora wan, saxîkirinên wan yên serê riyan û li her dera Kurdistanê hilbûna ala tirk ya bêteşe jî hat ber çavê min...
Bindestî jiyanê li meriv tahl dike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE