10 maj 2017

Weleh hûn qebûl bikin jî nekin jî Emerîka dev ji PYDê bernade

Kurro Trump dîn e, ji gotinê fêm nake, dibê hûn êrîşî leşkerên emrîkî bikin û wan bi zor ji Sûriyê derxin...
Cîgirê ”serokwezîrê” Tirkiyê Nurettîn Canîklî, xwe ji biryara Emerîka ya alîkariya sîlehên giran bi PYDê ra gelkî aciz kiriye û gotiye, ”Alîkariya sîlehan bi YPGê ra nayê qebûlkirin. Siyaseteke wiha feydeyê nade kesî. Emerîka bi destê YPGê her alîkariyê dide rêxistina terorê PKKê. Hêviya me ev şaşî were rawestandin.”
Hûnê hîn pir hêvî bikin û pir li bende bin.
Kurro Trump dîn e, ji gotinê fêm nake.
We naxe dewsa însên, ev dïna êdî bi qasî zilika kixsakê jî qîmetê nade we…
Dibê hûn serî li zorê bidin, dibê hûn êrîşî leşkerên emerîkî bikin, çend fuzeyan bavêjin ji wan da û çend balafirên wan bixînin. Emerîkî tenê ji zorê fêm dikin.
Û ji hûn tirk ji cinsê gur in, hûn pir cesûr û mër in, dibê hûn mêraniya xwe nîşanî sêlek mêlekên emerîkî bidin.
Çare ev e, ya na bi Xwedê di ber pozê we da ewê Kurdistanê çêkin.
Û gava Kurdistan ava bibe jî hûnê ji qahra merezarî û kezebreşî bibin, xur ewê têkeve canê we, jiyan ewê li heram bibe. Hûnê nikanibin rakevin.
Artêşa we xurt e, wek mêran êrîşî leşkerên emrîkî bikin û wan bi zor ji Sûriyê derxin.
Û ji xwe wa ye lîderekî wek birêz Recep Tayyip Erdogan, bavê hamîhaman, xwediyê aqil û fahman jî serokê we ye. Aqil li ba wî bi litîran e. Kane di rojekê hezar planî li hev ragire. Ji xwe dek û dolab, hokuz pokuz karê wî ye.
Êdî hûn çi dixwazin?
Ma hûn li bende çi ne?
Emerîka, memerîka ji bo ”mehmetcikên” we ne tu tişt e. Tirk xurt in, cesûr in, ^ne Emerîka, hûn kanin bi 77 diwêlan ra şer bikin...
Herinê, lêxin, pozê sola xwe li erdê xin, toz û dûmanê bi ser serê leşkerên emerîkî xin…
Dibê hûn xwe îspat bikin.
Ya na bi xwedê li herêmê êdî her kesî we bahbûs(tiliya bavêje ji we da) bike…
Ji min gotin...
Hûn dikin nakin, êdî hûn zanin...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE