24 juni 2017

Erdogan êdî neyartiya kurdan kiriye garantiya îktîdara xwe

Êdî  roja Erdogan gefê li kurdan nexwe tuneye.
Wa ye dîsa kurd û ”maşeyên ” kurdan yanî Emerîka bi herbê tehdît kiriye.
Lê îcar ne PYD û kurdên rojava tenê, îcar kurdên başûr(Îraq) jî pê ve kiriye, gotiye haya wan jê heye li Îraqê û li Sûriyê çi lîstik tên lîstin, filan û baîvan.
Camêr wiha gotiye:
”Haya me ji lîstikên li Sûriyê û li  Îraqê û li herêmê tên lîstin heye. Lê belê em hêvî dikin her kes ji vê rastiyê jî haydar e. Tirkiye pariyekî mezin e bi listîkên wiha nayê daqultandin. Yên wer bawer dikin ku ewê bikanibin bi lîstikên wiha welatê me teslîm bigrin şaş difikrin, emê bersîva wan li cî, di sahê da bin. Di vî warî da em xwedî biryar in. Yên çav berdane yekparetiya axa me û yekîtiya miletê me û yên ji wan ra bûne maşe û lejyonerên bibera ewê şaşiya xwe fêm bikin. Lê belê wê demê jî ewê ji bo wan pir dereng be.”
Tu dibêjî belkî tirk ji bo neyartiya kurdan bikin hene, sebebê hebûna wan ya li dinyayê neyartiya kurda ye. Wekî din tu karekî wan tuneye.
Erdogan li dinyayê bêyî kurdan ne li dijî azadbûn û dewletbûna tu miletî ye, tenê li dijî kurda ye û tenê naxwaze kurd bibin xwedî dewlet.
Her kurd êdî vê rastiyê zane û dibêne...
Îraqê û Sûriyê ji Tirkiyê ra tiştek negotiye, kesî bela xwe di Tirkiyê nedaye, kesî Tirkiye tehdît nekiriye...
Lema jî tu ”lîstik” mîstikên Erdogan eleqedar û nerehet bike tuneye.
Tiştê heye li Îraqê kurd dixwazin serxwebûna xwe îlan bikin û li Sûriyê jî li welatê xwe bibin xwedî maf û desthilat.
A tiştê Erdogan jê ra dibêje ”lîstik” û ”senaryo” ev e.
Ew naxwaze li Îraqê kurd referandmû çêkin û dû ra jî serxwebûna xwe îlan bikin. Û li Sûriyê jî ji bindetiyê rizgar bibin û îdareya welatê xwe bigrin destê xwe….
Erdogan di vê beyana xwe da dibêje heger li Îraqê kurd referandûmê çêkin û serxwebûna xwe îlan bikin û li Sûriyê jî bibin xwedî federasyon ewê mudaxele bikin, ewê kurdan jî û Emerîkayê jî poşman bikin…
Weleh yê ji beytikan bitirse garis naçîne, kurd ji gef û zirtên wiha qet natirsin. Ji piran pir, ji hidikan hindik dihere.
Kurd şer û herbê naxwazin, lê gava hinek hucûmî ser wan û welatê wan bikin, bixwazin wan bikujin û bindest bihêlin, kurdê heta dawiyê li ber xwe bidin.
Dibê Erdogan û dewleta wî jî viya baş bizanibe, ne Tirkiye tenê, kurd jî êdî ne pariyekî hewqasî biçûk in ku Erdogan kanibe daqultîne. Heger devê wî neçire jî bi kêmanî ewê di gewriya wî da bimîne û ewê gelkî poçman bibe….
Ji me gotin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE