18 juni 2017

Li Stockholma xopan ger û seyraneke xweş

Ev çend roj in lawikê me yê mezin Azad ji bajarê Lundê hatiye ziyareta me.
Do em bi malbatî, ez û xanim û hersê xort(Azad, Serhat, Rojen) çûn bajêr, aliyê başûrê Stocholmê.
Berê em çûn aşxana Eywanê, me şîva xe li wir xwar, zikê xwe têr kir.
Eywan, aşxaneya hevalekî me yê swêregî ye, nuh vekiriye, ev cara pêşî bû ez diçûmê.
Mala xwediyê aşxanê Hikmet ava be, xwarineke, mikseke pir xweş da me.
Pîrzole(kotlet) û kibabawî eynî di devê meriv da diheliye. Me pir eciband û min spasî hoste kir.
Îcar ji bo em xwarinê û peqlaweya me xwaribû li xwe biferikînin, me berê xwe da parka Skinnarvikê û çiyayê Skinnarvik û ji wir jî berbî Mariabergetê(çiyayê Mariaberget).
Ev 37 sal in li Stockholmê dijîm û di destpêka salên 1980î da çend salan jî mekeza Federasyona me û redaksiyona kovara Berbangê li wir bû. Ez her roj li wir bûm. Lê min ev aliyê taxê yê ser çiyê û li bahrê dinêre qet nedîtibû.
Hevalên me yên ji zûda bû li Stockholmê bûn û li gorî me hinekî çavvkirî bûn, mesela Keya Îzol, lê wan jî rojekê em nebirin li wan deran negerandin.
Welasil xêra Azad, me do ew tax, kuçe û avahiyên tarîxî bi zewq û matmayineke mezin dîtin.
Skinnarviksberget(çiyayê Skînnarvik) li Stockholmê li taxa Sodermalmê ye û beşekî parka Skinnarvik e.
53 mîtroyî di ser bahrê ra ye.
Çiyayê Skinnarvik di nava Stockholmê da nuxteya herî bilind û herî populere.
Herêmeke ziyaretgeha turîsta ye. Turîstê tê Stockholmê miheqeq dihere derdikeve ser çiyayê Skinnarvik, li tax û kuçeyên tarîxî yên li ser Skinnarvik ava bûne, li kuçeyên Mariabergetê(çiyayê Mariaberget)digere.
Gava meriv derdikeve ser qotê herî bilind, hemû Stockholm bi wê delaliya xwe ya muhteşem tê ber nigê meriv. Dîmenekî meriv dibe heyran û li hember devê meriv ji hev dihere.
Îcar ciyê ger û seyranê ne nuxteyek tenê ye, seranserê kêleka çiyê di ser wê newala kûr ra(50 mîtro ye) kirine rê û ciyên rûniştinê, însan bi klîmetroyan li ser wî çiyayî, di ser wê newala kûr ra li Stockholmê, li çûna ava ya rojê temaşe dike.
Bi xêra Azad, do me jî ew xweşikayî dît û em jî wê kêf û zewqê jiyan.
Ji nuha û pê da kîjan mîvanê min were ezê miheqeq bibin derxim ser çiyayê Skinnarvik û Marîaberget û wî/wan li wan kuçe û kolanên tarîxî û xweşik bigerînim, ji bo ku bibînin xelkê hezar sal berê çi der, çi xanî, qesir û qonax ava kirine.
Li alî din gava ez li welatên xelkê derên wiha xweş û debdebe dibînim dilê min bi halê me kurdan dişewite, perîşanî û rebeniya me, halê me yê rezîl, bindestiya me tê bîra û ber çavê min.
Piştî swêdiyên van avahiyên muhteşem avakirine bi hezar salî jî bi milyonan kurd hîn di holik û koxên mirîşkan da dijîn.
Yanî refah û pêşketina xelkê kêf û zewqekeê bide min jî, li aliyê din min xemgîn dike.
Bêguman sebebê vê bindestiyê bêdewletî ye, heger me kurdan jî wek Swêdiyan hezar sal berê dewletek ava kiribûya û nuha em jî xwedî dewlet bûna, nuha em jî ne di kox û holikan da, wek wan di van xanîyên tarîxî, qesir û qonaxan da dijiyan û ji çarhawêlî dinyayê turîstê bihatana dîtin û seyrana bajarên me jî…
Heta em nebin xwedî dewlet emê tu carî wek swêdiyekî serbilind, bextewar û dilşa nebin.
Çimkî ne mimkûn e merivên bindet û kole wek merivên azad û xwedî welat û dewlet serbilind û bextewar bin…
Kurdê xwe wek swêdî û almanekî serbilind û bextewar bibîne ya bêxîret e ya jî kêmaqil e…
är ett bergsparti på Södermalm i Stockholm och en del av Skinnarviksparken. Med sina 53 meter över havet är berget den högsta naturliga punkten innanför tullarna och bjuder på en grandios utsikt över 



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE